Home / Çalakî / Kêşeya kurdî û peyman û Yasayên navnetewayî , Navnîşana Fêdanekê li Bajarê Qamişlo..

Kêşeya kurdî û peyman û Yasayên navnetewayî , Navnîşana Fêdanekê li Bajarê Qamişlo..

Îro roja înê “5” Sibata “2021”an, demjimêr 2 piştî nîvro nivîsgeha çand û ragihandinê ya rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDK-S , semînarek li darxist sernavê ” Kêşeya kurdî û peyman û Yasayên navnetewayî ” û ev yek bi amadebûna endamên Partî û rêxistinên sivîl .

Û herwiha di destpêkê de M,”Hêvî Delî “, endama komîta Şaxî ya PDK-S ê, bi xêr hatina hemû beşdaran kir û piştre xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir.

Û herwiha ev semînar ji aliyê Parêzer” Muaz Yûsif ” ve hate pêşkêş kirin li ofîsa PDK-S ê ya rojhilatî Qamişlo.

Û di derbarî vê semînarê de berêz ” Yûsif ” , bi giştî li ser peyman û rêkeftinên navnetewayî de gengeşekir

,  weku Kurd û biryarên navnetewayî, û biryarên navnetewayî yên taybet bi kirîza sûriyê û herwiha li ser rêkeftine Sîver ya sala “1920” û ya Lozan sala “1923 “, rêkeftinên navnetewayî û parçakirina kurdistanê û herwiha hin xalên din yên girêdayî di warê Yasayî de anî ziman.

 

Û herwiha di dawiya semînarê de beşdaran pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê M, Yûsif ve persiva wan hate kirin.

Û herwiha tê zanîn ku ofîsa çand û ragihandinê ya PDK-S di li darxistina çalakiyan di warê Siyasî û Çandî de berdewam e..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN.

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja …

Leave a Reply

Your email address will not be published.