المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN.

0 106

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Duşemê 1.8.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê M.Ilyas Hemo serokê xwecihiyê  û piştre xwecihî xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.

Û lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Herwiha M.Ilyas Hemo serokê xwecihiyê rewşa rêxistinî ya encûmenê, rewş û girîngiya encûmenê û tekezî li ser pabendbûna bi biryaran kir.

Herwiha xwecihiyê proseya hilbijartinan ji bo çar kesên serbixwe ku ji bo nûneratiyê di konferansa çaremîn ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de , hatin hilbijartin nirxandin.

Encûmenê herwiha spasiya amadebûna kesên serbixwe ji bo hilbijartina nûnerên xwe bo konferansê kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.