المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Gêrgeha Rojava ya encûmenên xwecihî civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo lidarxist.

0 72

Di roja “4” sibata “2021 “Gêrgeha Rojava ya encûmenên xwecihî ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo lidarxist.
Û ev yek bi amadebûna endamê desteya serokatiya ENKS ê M,”Mihemed Ismaîl” û herwiha bi hazirbûna M,”Mihsin Tahir” serokê karûbarên encûmenên xwecihî.

Û di destpêkê xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre di civînê de raportên ku ji aliyê xwecihiyan ve hatibûn , hatin xwendin û persiva wan hat kirin,

û herwiha serokê xwecihiyan hatin agahdarkirin li ser biryarên ku ji emîndariya giştî ya ENKS ê re hatibûn derxistin.

Û herwiha M,”Tahir ” di civînê de li ser rola karê xwecihiyan û çawaniya pêşketina wê di nava gelê kurd de anî ziman.

Û ji rexekî dî ve di civatê de li ser çalakiyên meha Adarê baş rawestiyan û di vê derbarê de serokên encûmenên xwecihî hatin agahdarkirin li ser hazirî û amadekariyên li darxistina helkeftinên meha Adarê bikin .

Û ji aliyê rewşa siyasî ve M,”Mihemed Ismaîl “ endamê desteya serokatiya ENKS ê, di civînê de bi firehî axifî li ser rewşa siyasî û bûyer û pêşveçûnên herî dawî li ser qada Navxwayî û herêmî û navdewletî .

Û herwiha li ser danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de baş rawestiya herwiha tekes kir li ser rola ENKSê û pişteveniya wê derbarî lihevkirin û yekrêzî û yekhelwesta kurdî derbarî ve danûstandinan .
Û herwiha M,Ismaîl di civînê de li ser gera pêncemîn a komîteya Destûrî nirxand û anî ziman.

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.