المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI CÎGIRÊ NÛNERÊ KOMÎSERIYA BILIND RE A NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA KARÛBARÊN PENABERAN LI IRAQÊ CIVIYA.

0 301

Di roja Duşemê 8.8.2022an de, şandeke Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê , li gel:

Cîgira Nûnera Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Nîkola Aybîtînk .

-Yûsif Mehmûd Berpirsê Pêwendiyên Hikûmetê li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li baregeha UNHCR li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civiyan.

Herwiha şanda nûnertiyê ji birêz

Dr.Kawa Ezîzî Serokê Nûnertiyê, Raman Mele, Wa’îl Umer Endamên Nûnertiyê pêk dihat.

Herwiha bi amadebûna birêz Behcet Beşîr sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûrî.

Herwiha şand ji aliyê xanim Nîkola ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Di wê civînê de şanda mêvan bi berfirehî kêşeyên sereke yên penaberên kurd ên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê li hundir û derveyê kampan di hemû astan de kir anîn ziman.

Herwiha şanda mêhvan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir ji bo piştevaniya wan bo penaberên Kurdên Sûriyê.

Şand di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di mijara Neteweyên Yekbûyî de pirsgirêkên bingehîn hene:

Ji aliyê xizmetguzariyê ve:
pêwîstî bi dîtina çareseriyekê ji bo arîşeyên zibilên hundirê kampan, pirsgirêka ava giran, kêşeya kanalîzasyonê, û pirsgirêka karmendên bîrên di nava kampan de.

Ji ber ku ti aliyek wan qebûl nekir, û piştî bidawîbûna peymana Neteweyên Yekbûyî bi van pargîdaniyan re, ev pirsgirêkên bingehîn di kampan de bûn.

Û pirsgirêkên baregehan di kampan de û pêwîstiya dîtina çareyan ji bo dayîna baregehan ji bo mêvanên ku li cem xizmên xwe ne, û gelek rewşên taybet hene ku bi salan di kampan de ne û bingehek ji bo niştecihbûnê ji wan re nehatiye dayîn.

Herwiha di vê hevdîtinê de, ji aliyê perwerdeyê ve:
Kêmbûna alîkariya aborî ji mamosteyan re di van salan de hat gengeşe kirin û herwiha behsa projeya pêkvejiyanê û encamên wê di pêşerojê de li ser xwendekar, dê û bavên wan û mamosteyê dahatû.

Di derbarê pirsgirêkên tenduristiyê de:
Hat rawestandin li ser navendên tenduristiyê û katijmêrên kar ji bo 13.00 hat kêmkirin, û nebûna bijîşk û xebatkarên tenduristiyê, û karmend di hundirê navendên tenduristiyê de ji ber neguhertina sertîfîkayan hatin kêmkirin û daxwaza pêşkêşkirina hemî derman, nemaze dermanên nexweşiyên berdewam û kronîk.

Di warê xwarinê de:
Ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku hejmara malbatên ku ji hêla WFP Rêxistina Xwarinê ya Cîhanê ve têne piştgirî kirin kêm neke û piştgirîkirina hemî malbatan berdewam bike.

Ji Neteweyên Yekbûyî jî hat xwestin ku li şûna penaxwazan statuya penaberiyê bide Kurdên Sûriyê.

Herwiha ji aliyê xwe ve, xanim Nîkola bixêrhatina şanda mîhvan kir û got ku sedema van pirsgirêkan kêmbûna berçav a piştevaniya welatên alîkar bo UNê ye û amadeyiya xwe jî ji bo hevkarî û hemahengiyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi hemahengî li gel Hikûmeta Herêmê,
Kurdistanê nîşan da.

Herwiha daxwaza xwe ji bo bilindkirina van pirsgirêkan di civînên Neteweyên Yekbûyî de li ser astên herî bilind û berdewamkirina civînan di rojên pêş de ji bo kêmkirina êş û azarên penaberan nîşan da.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.