المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA KOMÎTA NAVENDÎ YA PARTIYA GEL A KURDISTANÎ – SÛRIYA (PGK-S)…

0 288

Komîteya Navendî ya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyê di destpêka meha Tebaxê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Piştî xulekeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û şehîdên azadiyê.

raporên rêxistinên li hundir, Kurdistan û derve hatin nîqaşkirin û di civînê de xebatên nûnerên partiyê di encûmenên xwecihî de bi erênî hatin nirxandin.

partiyê di dema çavdêriya xwe de li ser hilbijartinên endamên serbixwe ji bo beşdarbûna kongireya Encûmena Niştimanî ya ku di demek nêzîk de bê lidarxistin.

Herwiha civat ji aliyê siyasî ve:
Di nebûna îradeyeke navdewletî de ji bo cîbicîkirina biryarên wê yên girêdayî dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, nemaze biryara 2254,

û birêvebirina kirîzê ji aliyê aliyên corbicor yên destwerdanê ve ji bo xizmetkirina berjewendiyên wan,

piştî ku Sûriye bû herêmeke vekirî. meydana destwerdanên navdewletî û navçeyî, û rêxistinên terorîst, hemû van senaryoyan hişt ku rêjîmê berdewam be di bijardeya çareseriyeke leşkerî de bi piştevaniya piştgirên xwe ((Îran û Rûsiya))

Û di dema dawî de, ew sûdê ji gefên Tirkiyê yên li ser dagîrkirina navçeyên bakurê Sûriyê bi taybet deverên Kurdistana Sûriya bi rêya fişarê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)

ji bo berfirehkirina kontrola xwe li ser navçeyên di bin bandora wê de, tevî ku civîna 3 alî li Tehranê di navbera (Rûsya, Îran û Tirkiyê) nehiştin Tirkiye bikeve operasyoneke leşkerî ya berfireh li bakurê Sûriyê û Amerîka jî çira kesk ji bo operasyoneke wiha nedaye wê.

Herwiha civat li ser rewşa Kurdî rawestiya ku, PYDê hîn yekta ye di danûstandinên bi encamên nehesabkirî re,

û tirsandinê li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hêzên wê yên siyasî pêk tîne, ji bilî gendeliya berbelav di rêvebirina wê de, buhayên dîn û har, û siyaseta sîstematîk ya birçîbûnê. ji bo kesên mane dîsa deriyê koçberiyê vedike.

Derbarê herêmên kurdî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin (Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê), siyaseta koçberkirin, operasyonên niştecihkirinê, talankirin, girtin û gelek sûcên belgekirî bi armanca guhertina demografîk berdewam dike.

Herwiha amadebûyan rewşa Encûmena Niştimanî ya Kurd ku konferansa xwe ya çaremîn wê bê lidarxistin nirxandin , û tekezî li ser wê yekê kirin ku li gor wê qonaxê li ser pêkhateya wê ya rêxistinî û bernameya siyasî vegere û rola wê ya giştî ya çalak vegere û sazî bike.

bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe (partî, jin, ciwan û serbixwe) di danîna pêgeh û biryaran di nava ofîsên xwe yên cuda de.

Herwiha civat rawestiya di derbarê Kurdistana Iraqê de, piştî ku îmkana çareseriya siyasî hat astengkirin û pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî pêk nehat li Iraqê , tevgera Sedrî vekişiya û cîgirên xwe îstifa kirin, û piştre birêz Muqteda Sedr daxwaza hilweşandina Parlamento û lidarxistina hilbijartinên pêşwext,

Herwiha Civînê destxweşî li destpêşxeriya serok Mesûd Barzanî kir û ji ber xemsariya Iraq û nûavakirina mala Kurd li ser vexwandina Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêz Bafil Talebanî û di heman çarçoveyê de Li ser vexwandina birêz Nîçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên Iraqê ji bo têgihîştinê û gihandina çareseriyên guncav ji bo xizmetkirina Iraq û Iraqiyan li Hewlêrê bicivin.

Di civînê de herwiha komkujiya artêşa Tirk a li ser geştyarên sivîl li navenda geştyarî ya herêma Zaxoyê pêk anî, hat şermezarkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.