المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI SER VEXWENDINA RÊXISTINA DOMÎZ YA PDKSÊ HEVDÎTINEK BI NÛNERÊN PARTIYÊN ENKSÊ RE HAT LI DARXISTIN..

0 68

Di roja çarşemê 3.2.2021ê de,li ser vexwendina berpirsiyarê rêxistina Domîz ya partiya PDKSê, mamoste Elî Ibrahîm endamê ofîsa siyasî, hevdîtinek bi nûnerên partiyên ENKSê re yên li kampa Domîz li darxist.

Herwiha di vê hevdîtinê de,hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û bi taybet li ser qada Kurdî hatin gengeşekirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de,tekez bû li ser giringiya rola ENKSê, di nûnertiya gelê kurd,li nav civaka navdewletî de.

Herwiha hemû beşdarbûna nerînên xwe dan li ser mijarên hatin gengeşekirin û hin dosayên din jî, di derbarê xizmetkariya gelê kurd li kampa Domîz.

di dawiya hevdîtinê dê, mamoste Elî Ibrahîm spasiya hemû nûnerên partiyên ENKSê kir li ser beşdarbûna wan û tekez bû li ser giringiya berdewamiya van hevdîtinan di navbera partiyên ENKSê li kampa Domîz.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.