المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YNKS salvegera 1emîn ya koçbarkirina Prof ” Kinyaz Ibrahîm ” vejand…

0 303

Yekîtiya nivîskarên kurdistan Sûriya, roja yekşemê 7ê Tebaxa 2022an, bi boneya salvegera Yekemîn ya koçbarkirina Prof Kînyaz Ibrahîm, li ofîsa partiya Yekîtiya kurdistan-Sûriya semînerk li darxist…

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetên nivîskar û rewşenbîr û rojnemavan û endamên Yekîtiya nivîskaran ..

Û herwiha semîner ji aliyê herdu mamosteyan hate pêşkêşkirin :

Xanim” Şemis Enter û M,Ebdulsemed Mehmûd..

Û di destpêkê de bi xêrhatina hemû beşdaran hat kirin û piştre xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê rawestiyan..

Û piştre di semînerê de belgefîlmek derbarî Jiyan û dîrok û kar û xebata Prof û siyasetmedar Kinyaz Ibrahîm hate pêşkêşkirin..

Û cîgirê serokê Yekîtiya nivîskarên kurdistan Sûriya gotinek pêşkêşkir bi boneya salvegera 1emîn koça Prof Kînyaz Ibrahîm..

û herwiha bi rêya online çend Nivîskar û rewşenbîr ji Elmaniya, Kazaxistan, Ermenistan, Hewlêr, Mehabadê û herwiha malbata Prof Kînyaz Ibrahîm jî beşdarî semînerê bûn..

Û tê zanîn ku siyasetmedarê kurd û serokê Federasyona Navnetewî ya kurdên Soviyeta berê “Kinyaz Ibrahîm kesayetekî niştîmanperwer û xwedan roleke berçav bû di kar û xebat û xizmeta gelê kurd..

Û de” di 8ê Tebaxa 2021an ,di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneya bajarê Almata yê kazaxistanê ji sedema nexweşiya koronayê koça dawî kir ….

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.