المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: 40ROJYA KOÇKIRINA EHMED DERWÎŞ ELMECDEL ENDAMÊ KOMÎTA XWECIHÎ YA PDKSÊ JI ALIYÊ RÊXISTINA DIRBÊSIYÊ VE YA PDKSÊ HAT VEJANDIN..

0 64

Di roja înê 23.10. 2020an de, katijmêr 3ê piştî danê nîvro, bi helkeftina bîranîna çil rojya li ser koçkirina dawî ya endamê komîta xwecihî ya PDKSê têkoşer Ehmed Elmecdel li gundê Kerbetilî yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûriya,hat vejandin ji aliyê rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê.

Herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,rewşenbîr,kesayetên serbixwe,rêxistinên civaka sivîl,kesayetên civaknas û olî rêxistinên jinan û ciwanan.
Herwiha bi beşdarbûna şanda encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Di destpêkê de,mamoste Omer Emo bi navê rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê, bi xêr hatina mêvanan kirin.û piştre xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên kurd û Kurdistan û rahmetiyê têkoşer Ahmed Elmecdel bi sirûda Ye Reqîb rawestiyan.

Piştre gotina PDKSê ji aliyê mamoste Nafi Ebdela hat xwendin û di derbarê gotina wî de,nirxandina kar û xebata têkoşer Ahmed Elmecdel nirxandin. Herwiha hemû bûyerên siyasî anî ziman û bi taybet danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê bi Zelalmendî li ser rawestiya û kar û xebata ENKSê û piroja wê yî netewî nirxandin.

Herwiha piştre gotina xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,ji aliyê mamoste Eşref Elmele hat xwendin û gotina xwecihiyê bêtir nirxandin kar û xebata têkoşer Ahmed Elmecdel(bavê Masûd) bû.

Herwiha gotina hevalê rahmetî ji aliyê bi rêz Mihemed Mele Reşîd hat axaftin.Herwiha di axaftina xwe de,nirxandina kar û xebata bavê Masûd bû û di axaftina xwe de diyarkir ku ev çil rojya bavê Masûd e,lê min û wî çil salî kar û xebata netewa kurdî bi hev re kiriye û anî ziman ku ez Çiqasî bêjim di derheqê kar û xebata bavê Masûd de,ez ê kêm bêjim.

Herwiha gotina rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê ji aliyê mamoste Ebdirihman Ebtan hat xwendin.

Gotina wî nirxandin kar û xebata bavê Masûd bû û sazkirina wan li ser berdewamiya rêbaza bavê Masûd ya ku rêbaza kurdayetiyê û Barzaniyetê bû.

Herwiha spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wan .

Wek tê zanîn.
Di roja duşemê 14.9.2020an de,li Kurdistana Sûriye li gundê Kerbetilî yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,tekoşer Ahmed Derwîş Elmecdel(bavê Mesûd)koça dawî kir.

Wek tê zanîn Ehmed Elmecdel bavê Mesûd kesayetekî civaknasî,welatparêz û xwediyê piroja netewî bû û ta kêlîka dawî ji jiyana wî li ser rêbaza Barzaniyetê bû.


Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.