المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Cegerxwîn Şoreşa Helbesta Kurdî.. bi Boneya Salvrgera 36emîn ser koça dawî ..

0 119

Li gundê Hesarê girêdayî Şarê Mêrdînê li sala 1903an jidayikbûna “Şêxmûs Hesen Hesarî” bû ku li gundekî belengaz di rewşeke awarte de hate jiyanê ,

kes ji Gundiyan nizanîbû ku “Şêxmûs” di pêşerojê de wê bibe Stêrkek di Asmanê kurdistanê ,

û wê bibe Seydayê Helbesta Kurdî , lê rêya ku derbaskir pir zehmet û aloz bû di cotkariyê û belengaziyê de derbaskir û Ji 11 xwîşk û bira tenê 3 man , ( Şêxmûs, Xelîl û Asya) ku bê dê û bav man û li ba xwîşka xwe mezin bû ,
Û li Bajarê Amûda Rojavayê Kurdistanê akencî bû ,

Di sala 1920’an ku temenê wî bû 17 salî berê xwe da xwendegeha Olî û çend salan li ser hev li her çar parçeyê Kurdistana geriya û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kir ,

di wê demê de nasnameya xwe hêdî hêdî avakir .

Di sala 1927’an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.

Di sala 1928’an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt di demeke pir kurt de ,

ji ber jêhatî û zîrikbûna wî û bû melayê gundê “Hazda Jorî ” û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye,

ev dîwan li gorî rewşenbîran winda bibû û berî çend salan hate xuyakirin lê heta îro nehatiye çapkirin.

Di sala 1936’an de, Seydayê Şêxmûs ku hate naskirin bi navê “Cegerxwîn” bi çend malên gundiyên xwe du gund avakirin yek binavê ” Çêlek ” û ya dî “Cehenem” bû .

dema ku ji Cegerxwîn hate pirsî , ji ber çi navê Gund bû Cehenem …? Wî got ji ber ev gund pir nexweş e bû mîna Cehenem bû , û navê Seyda lê hate kirin ji ber ku li Gundê Til-Şe’îrê waneyên Olî dan û bûbû seyda .

Ji ber ku dixwest miletê xwe bi pêş bixe Yanek- komelek vekir li sala 1937-1938’an de,bi alîkariya hevalên xwe li bajarê Amûdê ,
Lê Hikûmeta Ferensî ew komele girt , Di sala 1946’an de Cegerxwîn mala xwe ji gund veguhezte bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin, Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr.
Di sala 1948’an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê.

Di sala 1949’an de cara yekem bû ku Cegerxwîn hatiye girtin ji ber karê wî yê siyasî,
Di sala 1950’î de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di nava wê de karekî pir mezin kir .

Di sala 1954’an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzedê parlamentoya Sûriya yê.
Di sala 1957’an de Cegerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve ji ber ku dît ew li mafê kurda na gerin û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî demeke kurt bi hevalên xwe rêxistina xwe rawestandin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959’an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexda’yê li rexê kurdan.
Di sala 1962’yan de hikûmeta Îraqê Cegerxwîn ji erdê xwe derdixe û ew û zarokên xwe vedigerin Rojavayê kurdistanê lê tê girtin û piştî demekê  tê berdan.

Di sala 1963’yan de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Şam’ê, lê piştî demekê de tê berdan lê wî Sergûn dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan paşre vedigere bajarê Qamişlo .
Di sala 1969’an de Cegerxwîn diçe Başûrê Kurdistanê di nav Şoreşa kurdî nêzîkî salekê li wir dimîne.
Di sala 1970’yî vedgere Rojavayê kurdistanê , piştî 3ê salan direve Libnanê û dîwana xwe ya navdar ( KÎME EZ? ) û çîroka ( Salar û Mîdya ) li wir çap dike.

Di sala 1976’an de Cegerxwîn vedigere heta sala 1979an li wir dimîne.
Di sala 1979’an de Cegerxwîn ji Sûrî yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike.

Di 22’ê çiriya pêşîn  (Cotmeh) a 1984’an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser dilovaniya xwedê ,
Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo hate veşartin.
Zarokên wî yên ku li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: (Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Boniye, Selam.

Cigerxwîn, dengekî pir bilind bû ku êş û azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de da xuyakirin , ku ev 114 sal derbas dibin ser jidayikbûna wî ,
Tê zanîn ku ji sala 1924’an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Şex Saîd,li Bakur sala 1925an hestên neteweyî yên Cigerxwîn gurbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku hatibû damezirandin.

Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir.

Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê mîna :
* Cana xwe derîne

tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne,

ku li min roj bê derê,
Şevreş bike ronî,

tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide,

ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê

û kul û derd û kederê…

Piştî demeke di helbestên xwe de bi tundî xwendkarên olî  û axa û beg

rexne kirin.

Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn.

Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn:

Hawar dikim,
Ranabî kes
Şêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xişt
Û mizgevt û dêr

Em xistine
Tora neyêr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar!
Van çûçikan
Dexlê me xwar.

Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
Û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bi kêr me nayên
Tev derew.

Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike.

Wek di sala 1961’ê li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kurdiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir.

Ji sala 1959’an heta sala1963’an Cegerxwîn li Bexdayê dima.

Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êş û jana evînê tanî ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikir.

Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî.

Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin lîstiye.

Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne , ji ber ku ew Dibistaneke Ronahiyê bû di Reştariya welêt de .

Cigerxwîn para bêtir jiyana xwe li Qamişlo borand û derbas kir .
Berhemên wî :
Dîwana yekem:

*Prîsk û Pêtî, 1945 li Şamê çap kir , Dîwana diwem:

*Sewra Azadî, 1954 ew jî li Şamê çap kir , Dîwana siyem:

*Kîme Ez? 1973 li Beyrût ê

Dîwana çarem:

*Ronak, Weşanên Roja Nû , sala1980 li Stockholm

Dîwana pêncem:

*Zend-Avista, Weşanên Roja Nû, sala1981 Stockholm ,

Dîwana şeşem:

*Sefeq, Weşanên Roja Nû sala 1982 Stockholm ,

Dîwana heftem:

*Hêvî, Weşanên Roja Nû sala 1983 Stockholm ,

Dîwana heştem:

*Aştî, Weşanxana Kurdistan, 1985 Stockholm ,
Ji berhemên wî Zimanê kurdî, 1961 li Bexda , Ferheng, perçê yekem, sala 1962 li Bexda , Ferheng, perçê diwem, sala1962 Bexda Helbesteke Cegerxwîn bi zarê soranî jî hate çap kirin ..

Ragihandina ENKSê

Berhevkitin ji jêderên Corecor

Raid Mihemed

Leave A Reply

Your email address will not be published.