المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..

0 65

Diho roja înê “23” ê,cotmeha “2020”an , encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi beşdarbûna serokê xwecihiyê M, “Nûredîn Xaşo” û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman.

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di civînê de li ser rewşa rêxistinî û siyasî baş rawestiyan û xalên giring têde anî ziman.

Û herwiha di derbarî naveroka vê civînê de serokê xwecihiyê rojhilatî Qamişlo M,”Nûredîn Xaşo “, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“ku îro civîna asayî ya xwecihiyê rojhilatî Qamişlo hate li ofîsa xwecihiyê hate li darxistin û têde rewşa rêxistinî û çawaniya pêşketin û çalakkirina karê xwecihiyê hate behiskirin”.

Û herwiha ji rexekî dî ve di civînê de rewşa siyasî li ser qada sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê de gotûbêj kirin, û herwiha di derbarî vê yekê de bi awayekî berfireh li ser serdana şanda Nûnertiya swêdî ya derve bi desteya seroketiya ENKS ê re baş rawestiyan.

Û herwiha di civînê de axifîn li ser binpêkirinên têne kirin li derheqê miletê kurd li Efrînê û serê Kaniyê û Girê Spî gengeşekirin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.