المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZIRGAN: ZANIYARIYÊN HERÎ DAWÎ LI SER TOPBARANKIRINA DEVRÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE ..

0 95

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji berî du rojan ve, bajarokê Ebû Rasên û Til Temir û gundewarê wan hatibûn topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Di derbarê vê yekê de, çavkaniyekî taybet ji devera Zirganê, ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:
“Wek tê zanîn bi taybet di êvara roja Sêşemê û Çarşemê de, devera Zirganê hatibû topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve، û di encama wan topbarankirinan de, zîyanên mezin gihiştibû nişteciyên vê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkê devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe”.

Herwiha cavkaniyê xwecihî got:

“Ji ber topbaranê di du rojên li pey hev de, êvara Sêşemê 21.12.2021ê li Ebû Rasîn, 10 xanî wêran bûn, û du kes li gundê Esediyê hatin kuştin û dayikek û keçek xwe li gundê Rebî’ata rojava hatin kuştin û 3ê kesên din birîndar bû”.

Herwiha çavkaniyê taybet got jî:

“Û di êvara roja Çarşemê 22.12.2021ê de, li taxa Ebû Rasîn a rojava 3 xaniyên welatiyan hatin topbarankirin, Rebî’ata rojhilat û Rebî’ata rojava, Til Werd a rojhilat û rojava ,û Benacê hate bombebarankirin, topek li malekê li bencê bi navê Mizer Elesaf ket ku di encamê de Esaf û kurê wî jî sivik birîndar bû.
Û gundê Im Mihermela û Dada Abdal hatin bombekirin, birîndar hebûn, mal hatin hilweşandin, ji ber vê yekê xelk koçber bûn”.

Herwiha çavkaniyê taybet got:

“Em wek nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz ( Emrîka û Rûsyayê ) divê ku bi rola xwe rabin û çareseriyekê ji vê rewşa me re bibînin û ew rêkeftinên bi Tirkiya re cîbicî bikin”.

Her wiha Li Til Temirê, bombebaran li ser gundên jêrîn (Im ElKêf, Til Cuma, Til Şenan, Dirdara) bû bombebaran di navbera komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ji aliyekî ve û Hêzên Sûriya Demokratîk ji aliyekî din ve, car bi car dubare dibe, û dibe sedema ziyanên madî û ziyanên canî, û dibe sedema pêlên koçberiyê ji navçeyên nêzîkî xetê. têkelî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.