المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist, 24 berçileyê 2021ê..

0 65

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve , îro roja înê 24ê berçileya 2021″an, civîna xwe ya asayî li darxist, û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bê dang rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin û şîrovekirin..

Û herwiha di civînê de ser rewşa siyasî û rêxistinî gotûbêjkirin..

Û di derbarî vê civînê de serokê xwecihiyê bi giştî behsa babetên giring ser rewşa siyasî li deverê û rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi taybetî û xebatên ku tên kirin di ber doz û helwest û yekrêziya kurdî de anî ziman ..

Û di heman mijarê de ser rola xwecihiyê û çawaniya pêşketin û aktîvkirina wê di nava cemaweran  de di vê qonaxaê de gotûbêjkir..

Û her di civînê de ser rewşa rêxistinî jî baş rawestiya û hemû endaman nerînên xwe nîşandan ser pêşxistina rola xwecihiyê…

Û di dawiyê de spasiya endaman hat kirin ser kar û xebata wan di xwecihiyê de …

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.