المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NIVÎSGEHA JIN Û ZAROKATIYÊ YA ENKSÊ..

0 119

Di roja Çarşemê 22.12.2021ê de,Ofîsa Jin û Zarokatiyê ya ENKSê bi beşdarbûna berpirsa ofîsê xanim Ariya Cum’a û endamên ofîsê,civîna xwe ya asayî li navenda xwe li bajarê Qamişlo lidarxistin.

Herwiha Di destpêkê de, xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de, li ser giyanê Barzaniyê nemir.

 

Herwiha civat,rawestiya li ser rewşa rêxistinî ya ofîsê û piştre xebatên ku di dema borî de li dar xistibûn û xebatên ku wê di qonaxa bê de pêk bîne hatin nirxandin.

Herwiha ji aliyekî dî ve,Li ser rewşa herêmê bi giştî hat axaftin.

Di dawiya civînê de hat destnîşankirin ku bi boneya sersala nû 2022an  şahiyek ji bo zarokan bê lidarxistin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.