المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: 2 ZAROK DI ŞEWATA KAMPA KOÇBERÊN SERÊ KANIYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN.

0 325

Li gorî Şopandina peyamnêr me û zaniyariyên taybet, di roja Şemiyê piştîn nîvê şevê de, di encama şewata kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê ya li rojavayê bajarê Hesekê de ji malbatekê 2 zarok hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha li gorî jêderan,her du zarok Ebid Mahmûd Semo (6) salî û Zahir Mahmûd Semo (5) salî ku di encama şewata ku piştî nîvê şevê di konê wan de derket, li kampa Waşo Kanî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyan, agir bi konê malbatê ketiye û bûye sedema şewitîna hin konên derdora wê.

Wek tê zanîn Kampa Waşokanî ku di bin testê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat de ye,(PYD).

Ev tê wateya ku li kampa Waşokanî jiyana zarokan azara paşguhkirinê dikişînin û rêxistinên mirovî jê re nabin alîkar.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.