المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZIRGAN: ZANIYARIYÊN HERÎ DAWÎ LI SER TOPBARANKIRINA DEVRÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE .

0 78

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecîhî, berdewam e ku bajarokê Ebû Rasên û gundewarê wê tê topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Di derbarê vê yekê de, çavkaniyekî taybet ji devera Zirganê, ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Wek tê zanîn bi taybet di vê dema dawî de, devera Zirganê roja ne tê topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, û di encama wan topbarankirinan de, zîyanên mezin gihiştibû nişteciyên vê deverê, ji ber vê yekê rewşa xelkê devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe”.

Herwiha cavkaniyê xwecihî got:

“Ji ber topbaranên li pey hev , bi dehên xaniyan hatin wêran kirin, û kuştin û birîndar jî çêbûn û nişteciyên vê devera Zirganê koçber dibin,ji ber ku aramî nemaye û xelk bê hêvî bûne ji çareseriya kirîza Sûrî bi giştî “.

Herwiha çavkaniyê taybet got jî:

“Di êvara roja Çarşemê 5.1.2022an de,gundê Rebî’ata rojhilat û Til Werd a rojhilat bi çekên giran hatin topbaran kirin”.

Wek tê zanîn,di êvara Sêşemê 21.12.2021ê de, li Ebû Rasîn, 10 xanî wêran bûn, û du kes li gundê Esediyê hatin kuştin û dayikek û keçek xwe li gundê Rebî’ata rojava hatin kuştin û 3ê kesên din birîndar bû.

Û di êvara roja Çarşemê 22.12.2021ê de, li taxa Ebû Rasîn a rojava 3 xaniyên welatiyan hatin topbarankirin, Rebî’ata rojhilat û Rebî’ata rojava, Til Werd a rojhilat û rojava ,û Benacê hate bombebarankirin, topek li malekê li bencê bi navê Mizer Elesaf ket ku di encamê de Esaf û kurê wî jî sivik birîndar bû.

Û gundê Im MiHermela û Dada Abdal hatin bombekirin, birîndar bûn, mal hatin hilweşandin, ji ber vê yekê xelk koçber bûn.

Hêjaye gotinê ku di hema demê de jî, nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz ( Emrîka û Rûsyayê ) divê ku bi rola xwe rabin û çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin û ew rêkeftinên bi Tirkiya re cîbicî bikin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.