المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera şehîdbûna hejmarek ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj …

0 54

Roja înê 7/1/2022an, salvegera şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên  Qehreman , ku di roja 7/1/ 2015 an, li Herêma kurdistanê li navçeya Xirayîc canê xwe ji dest dan û xwîna xwe kirine qorban ji bo rûmet û parastina sînorê xaka pîroz a kurdistanê.

Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :

_Pakrewan : Besam Mihemed Xelef ”
-Jidayîkbûn: Gundê Gir Ziyaretê Çolê.

_Pakrewan : Basil Hacî Hacî
– Jidayîkbûn” Gundê Til Xenzîr.

_Pakrewan : Xemgîn Qedrî Osman
– Jidayîkbûn: Gundê Dêrna Qulinga.

_pakrewan : Emgiyan Mustefa Badînî .
-Jidayîkbûn: Hesekê” Taxa Muftî..

Û herwiha tê zanîn ku Hêzên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê ku bi navê bi ( Leşkerê Roj) , tê naskirin, ku di roja 12/3/2012 an, bi biryarekê ji serok, “Masûd Berzanî,” hatin damezirandin û herwiha bi pêşengetiya pêşmergeyên zêrevan perwerde dibûn, û êdî Leşkerê Roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî û beşdarî ceng û şer bûn li dijî rêxistinên Terorîst li Herêma Kurdistanê û herwiha berevaniyê li ber xaka kurdistanê de dike de ku destkeftên zêde bi dest bixe,
Û hîn ev li hêviya biryareke Siyasî ne ji bo vegerin Kurdistana Sûriya û devera xwe biparêzin..

 

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.