المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: YEKÎTÎ KURDISTANÎ SERDANA OFÎSA PDK-Sê KIR.

0 91

Di roja Sêşemê 4.1.2022an de, Şandeke ji Partiya Yekîtî Kurdistanî Sûriyê bi serokatiya Mamoste Silêman Oso sekreterê partiyê serdana ofîsa PDK-Sê li bajarê Dirbêsiyê kir.

Herwiha şand ji aliyê endamên rêxistina PDKSê ya bajarê Dirbêsiyê û endamên xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve hat pêşwazî kirin.

Herwiha M.Silêman Oso, derbarê gulebaran kirina Ofîsa PDK-Sê di şeva sersalê de, û Şewata ofîsa xwecihiya Dirbêsiye di roja Aleya Kurdistanê û haweldana kuştina endamên wê ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve bi tundî şermezar kir, û got ev karana karên tirsoneka ne û karnî terorî ne û ev karanê xerab dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên gelê Kurd.Û dijî diyaloka Kurdî ye.

 

Herwiha Oso got jî: Em HSDê dikin berpirsiyariya van kiryarên xerab.Ji ber ku ta niha bi erkê xwe yî rasteqîn e ranebûne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de,ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê.

Herwiha di vê serdanê de,Oso behsa pêşhatên her dawî kir di derbarê danûstandinên Kurdî de, yên di navbera ENKSê û PYNKê de,Oso di derbarê wê de,tekez kir ku hemû ev kiryarên di derheqê ENKSê de,tên kirin her car em bi xurtir helwesta xwe diyar dikin li ser amedebûna ENKSê ji bo dest pêkirina diyaloka Kurdî -Kurdî.Ji ber ku Yekhelwesta Kurdî, em dibînin parastina berjewendiyên gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê di vê yekrêziyê de ye.

 

Herwiha ji aliyekî din ve,Oso hin bûyerên herî dawî yên nû li ser qada Kurdî gengeşe kir,û bi taybet liv û tevgera hemû Hêzên xwedî bandor li ser xaka Kurdistana Sûrî Şirovekir.

Herwiha Oso,pirsên beşdaran jî bi awayekî zelalmendî bersiv da.

Di dawiyê de, M.Umer Emo,nûnerê PDKSê,yê di xwecihiya Dirbêsiyê de,ya bi ser ENKSê ve,spasiya şandê û kêfxweşiya xwe da diyar kirin li ser giringiya mîna van serdana.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.