المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Zehmetkêşiya miletê Qamişlo derbarî têkçûna riyan..

0 63

Berê û piştî kirîza Sûriyê gelek kolanên bajarê Qamişlo têkçûyîna û tu guhdan ji aliyê şaredariyê ve li wan ne di hate kirin, û ta niha gelek rê têkçûyî û kortik  tên diyar bûne .

Mîna taxa (Qenat El Swês), ya bajarê Qamişlo ku piraniya rê û kolanên wê ne Qîrkirî ne , û ev mijara ne çaksazî kirina riyan bû ye pirsgirêkek li gel xelkên vê taxê, û gazinan ji vê kêşeya dikin, ji ber vê yekê û derbarî kêşeya ne çaksazî kirina riyan, nûçegihanê malpera me nêrînên xelkê vê taxê şhoppand, û wiha bavê Hesen axifî û got : Em pir zehmetkêşiya dibînin li ser ne çaksazî kirina û qîrkirina kolanên me û bi taybet di demsala zivistanê de û di barandina baranê de, ku herî zêde dibe û Kom dibe di kolanên me de.

Û herwiha kêşeya rê ne tenê li taxên bajêran pirsgirêk e, lê piraniya riyên bajar û bajarokên kurdî bi hev digire ew jî têkçûna û ajovanê otomobîlan zehmetkêşiya têde dibin , û di vê derberê de ajovan jî diyar kirin ji nûçegihanê me re ku pir aloziyan di van riyên têkçûyî de dibînin, û herwiha ew alîkariyê ji şaredariyê dixwazin ku çareseriyeke ji bo çaksazî kirina riyan re bibînin.


Rapor :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê….Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.