المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ehmed Se’dûn : Strana “tu ji bîr nabe hey Berzanî” cihê şanaziyê ku min li ser bavê netewa miletê nemir Barzanî dibêjim ..

0 65

Hunermendê kurd Ehmed Se’dûn,di sala 1982an de, li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, û piraniya jiyana xwe li taxa, Cirnikê derbas kiriye .

Û di zaroktiya xwe de wî ji warê hunerî hez kiriye û pê ve hatiya girêdan. Herwiha ku hunera kurdî roleke giring e di pêşketina civakê de, ji ber vê yekê de û derbarî mijare hunerî, û ji bo ku hûn hunermend Ehmed Se’dûn bêtir nasbikin malpera ENKS ê vê hevpeyvînê li gel wî pêk anî.

– Kî cara yekmîn behremend ye te di stranbêjiyê de nas kir?. 

-Dayika min, xwedê dayik ê we hemûyan biparêzê, wê palpiştiya min di kir , û di destpêka zaroktiya min de ez fêrî karê muzîkê di kirim..

 

– Di kîjan şalê de Strana te ya yekem hate tomerkirin, û di wî demî de tu çend salî bû ?. 

Di sala 2004an de, min stranek li ser serhildana Qamişlo tomar kir, û di temenê 17 salî de min dest bi gotina Strana kir .

 

– Tu Çawa gotinên stranên xwe hilbijart, û herwiha te ji awazên kîjan hunermendê standiye ?. 

piraniya gotinên stranên min netewîn e, ez wan gotina di hilbijêrim wekî mirovekî kurd bêhtir girîngiyê didim welatê xwe, belê ez stranên hunermendan dibêjim, lê hîna ji awazê kesî min ne gotîye , lê di nêzîk de ez ê ji awazê hunermend û muzîker Jan Arî Xelo bêjim.

 

-Çima te amûra tembûrê hilbijartiya di awazê stranên xwe de, û herwisa stranên te girêdayî bi hez kirinê ve?. 

Min ji amûra tembûrê hezkirî , ji ber ku amûreke kurdî ye, û bêhtir nêzîkî dilê min e, û belê bandora hezkirinê gelek li ser min heye.

 

-Çi rola malbatê di pêşketina behremend de heye ,û kes ji malbata te alîkar hebûn di stran û lêdana sazan?. 

Belê rola malbatê gelek heya di warê alîkar yê de, û herwiha birayê min Mihemed Se’dûn ew jî dengbêj e , û bavê min û birayê min biçûk li sazê didin ..

 

-Çi demê de, tu wek hunermend stran û helbestên xwe awaz dike ?. 

Dem ji awaza stranan re nîne , caran bi roj û caran bi şev stranan awaz dikim.

 

-Kîjan Strana te taybetmendiyeke wê li gel te heye, û tu pê serbilind e?

Strana (tu ji bîr nabe hey Berzanî), belê ev stran bo min cihê şanaziyê ye ku li ser bavê netewa miletê kurd û Kurdistanê stranan bêjim ..

 

– Kî ji hunermendê kurd bandora wî li ser te heye di warê stranan de? 

Bandora hunermend Hozan Serhad li ser min heya, û herwiha stranên folklorî ji ber ku dîroka me ne..

 

– Tu weku hunermend çi pirojeyên te di pêşerojê di warê hunerî de hena?

Dil xwestin û pirojeyên min di pêşerojê de karê gotina helbestan bikim li kêleka dengbêjiyê de, û hin pirtir xebate xwe di warê hunerî de berdewam bim.

 

-Tu çi nameya dawî dibêjî ji keç û xortan re yên xwedî behremend di warê hunerî de? 

Ez nameya xwe di rêya hunerî de ji keç û xortan re dibêjim bernedin şopa bav û Kala, û kesê dîroka wî nebe pêşeroja wî jî wê tuneye.

Hevpeyvîn: Hêvî Dilî

Ragihandina ENKS

Leave A Reply

Your email address will not be published.