المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 15emîn ya Pakrewan Ferhad Sebrî li Qamişlo hate vejandin ..

0 62

roja Duşemê 8 nîsanê de, demjimêr (3),piştî nîvro, malbata Pakrewan  “Ferhad Sebrî”

Salvegera  (15)mîn,li ser şehîdbûna wî Vejand ,  bi serdana gora wî li goristana Mehmeqeya ,li  bakurî bajarê Qamişlo, û bi amadebûna hejmarek ji xelkê bajarê û herwiha bi hazirbûna endamên encûmenê û nûnerê partiyên siyasî.

Destpêkê  de xuleke bê dengî li ser giyanê wî hat rawestandin, û fatîha li ser giyanê wî hat xwendin, û gorzek gul li ser gora şehîd Ferhad hate danîn.

Û herwiha gotina encûmena niştîmaniya kurdî li sûriya hate xwendin ji aliyê (Mihemed Ismaîl), endamê Desteya serokatiya encûmana niştîmanî kurdî li sûriyê, têde got : ” şehîd Ferhad ne tenê şehîdê malbata xwe ye, lê belê ew şehîdê tevahiya milatê kurd e ,  pakrewan Ferhad yê ku canê xwe kir qurbanî ji bo doza Azadiya gelê kurd, û herwiha li ser me Erke em wefadarî û rêzgirtinê bi xwîna şehîdan bikin û her Sal em bîranîna we li bîra xwe bînin, ji berxê xwe ve Mihemed Se’îd Wadî  endamê komîta navendî ya PDKS  wiha ji me re axifî û got : ” şehîd Ferhad yê ku jiyana xwe ji dest da  di bin eşkenceiyê de di zindanên rêjîma be’s li parêzgiha Hesekê ji ber vê yekê li ser me ye , ku  em rêzgirtinê ji xwîna hemû pakrewan re bigrên,  ji ber  ku şehîd simbola azadiyê ne ,

û herwiha ji ber vê yekê kes û Kar û hevalên şehîd Ferhad hestên xwe dane xuyakirin di bîranîna  (15)emîn ku her Sal di 8ê Nîsanê berê xwe didin Goristanê ji bo li bîra xwe bînin xwîna şehîdê Serhildana Qamişlo , ku xwîna wan  nayê ji bîr kirin.

Raport :Hêvî Delî

Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.