المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZÊDEYÎ 4 ROJAN BÛYE ILIKTRÎK LI SER HEMÛ PARÊZGEHA HESEKÊ HATIYE BIRÎN…

0 57

Li gorî zaniyariyan ji roja şemiyê piştî danê nîvro 5.12.2020an Iliktirîk li ser hemû parêzgeha Hesekê hatiye birîn.

Herwiha li gorî şopandina nûçegehanê me û agahiyên taybet di derbarê vê mijarê de, ku Iliktirîk hatiye birîn li ser hemû parêzgeha Hesekê,bi sedema Ketina 3ê qûleyên bingehîn wek xeta şeşa tê nasîn ya ku dide hemû parêzgeha Hesekê , mîna (Qamişlo,Til Temir,Dirbêsiyê,Amûdê û gundewarê van herêman) bi hêzeya 230 voltî.

 

Herwiha ji dema birîna Iliktrîkê karmend û karkirên saziya Iliktrîkê têde dixebitin,

ji bo sazkirina û sexbîrkirina qûleyên wê .

Lê hîn her 3ê qûle saz nebûne.
Li gorî agahiyên taybet wê di roja çarşemê 9.12.2020an de,her sê qûle wê saz bibin û wê Iliktirîk bê dan û belavkirin li ser hemû herêmên Ku hatiye birîn ji wan .

Wek tê zanîn herêma ku her sê qûle lê hatine xwar dikeve başûrî rojavayê Hesekê zêdeyî 15km.

Hêjaye gotinê ku dema Iliktirîk tê birîn li ser hinek van herêmên Ku me anî ziman ava vexwarinê jî tê qutkirin.

Ji ber ku bîrêb ava wan ya vexwarinê li ser riya Iliktirîkê ye.

Wêne

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.