المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA KARÛBARÊ ENCÛMENÊN XWECIHÎ ,DI DEMA 2 ROJAN BI HEMÛ ENCÛMENÊN XWECIHÎ , LI QAMIŞLO CIVIYA….

0 57

Di derbarê naveroka vê civatê de,serokê xwecihiya bajarokê Til Temir mamoste Qasim Xelîl, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di her du rojên sêşemê û çarşemê 8 û 9.12.2020an de,bi serokatiya serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,mamoste Mihsin Tahir û hin ji endamên ofîsê bi hemû encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,(Dêrik,Girikê Legê,Çil Axa,Amûdê,Dirbêsiyê,Til Temir,Kobanê,Tirbesipiyê,Serê kaniyê,Hesekê,Qamişlo û Sinceq) li Bajarê Qamişlo civiyan.

Herwiha di destpêkê de Civatê xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Û piştre civat li ser rewşa rêxistinî sekinîn,di derbarê wê de, raportên hatî ji aliyê xwecihiyan hatin xwendin û persivdana wan hat dan û serokê xwecihiyan hatin agahdar kirin li ser biryarên ku ji emedariya giştî ya ENKSê re hatibûn derxistin.

Herwiha mamoste Mihsin Tahir rawestiya li ser sîstema xwecihiyan û hat gengeşekirin li ser rola xwecihiyan tekez kirin bi çi awayî pêşkeve û pêxistina wê di nav cemawerê Kurd de”.

Herwiha Xelîl got:

“Mamoste Mihsin Tahir rewşa Siyasî jî gengeşekir,di derbarê wê de, pêşketinên herî dawî yên siyasî li ser qada navxweyî ,herêmê û navdewletî anîn ziman û gengeşekirin,

Civat rawestiya li ser pêşketinên herî dawî ji encamên danûsitendinên yên tên kirin û berdewam in di navbera ENKSê û PYNKê de,ya ku armanc dike ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdî,

û tekez kir ku ENKSê bi hemû awayî hawildanan dike ji bo serkeftina van danûsitendinan û divê aliyên din jî bi vî rengî bike ji bo ev danûsitendin bi serkevin”.

Herwiha Serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihiyan,rawestiya li ser serdana şanda Eniya Aştî û Azadî ji bo herêma Kurdistanê  li ser serdanan û hevdîtinên wê bi welatên xwedî bandor di Sûriya.
Herwiha rawestiya li ser beşdarbûna ENKSê gera 4emîn ji civata komîta Destûrê li Cinêv”.

 

Herwiha Xelîl got:

“di dawiya de,mamoste Mihsin Tahir bi navê beşdarbûna spasiya serokatiya herêma Kurdistanê  kir û di pêşi de, cenabê serok Mesûd Barzanî kir,li ser kar û xebata wan ji bo piştevaniya mafê gelê Kurd li Sûriya û bi taybet ji bo danûsitendinên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.