المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊVEBERIYA XWESER YA BI SER PYDÊ VE,LI GUNDEWARÊ HESEKÊ DESTÊN XWE DANÎNIN SER MALÊN XELKÊ

0 65

Li gorî zaniyariyan ku gihiştine me ,  rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve,li gundewarê parêzgeha Hesekê li ser riya dezgeha avê , destê xwe danîn li ser nêzîkî 20  xanî yên xelkê bi bahaneya xanûberên welat…!!

Herwiha li gorî agahiyên taybet xwediyên van xaniyan zêdeyî 10 salan bûye ev xaniyên xwe bi awayekî zagonî û bi biryara dadgehî kirîne.

Û deman û belegeyên wan yên kirîn û firotinê hene, Û wek tê zanîn ev xanî amadye kirîne û xelk têdene.

Lê di roja yekşemê 22.11.2020an de,xwediyên van xaniyan matmayî man!

komîtek ya rêveberiya çandiniyê ya bi ser PYDê ve,hat cam wan û ji wan re gotine divê hûn van xaniyanan di dema hevtiyekê de, vala bikin,bi bahaneya xanûberên welat in.

Herwiha li gorî zaniyariyan pîştî gengeşe kirina di navbera xwediyên xaniyan û komîtê de,xwediyên xaniyan ji wan xwestiye ku van xaniyên wan bi kirê bide wan yan wan jêbartin bikin yan hûn çawa dibînin çareserîkê bikin.

Lê komîtê hemû pêşinyarê xwediyên xaniyan ne pejirandin.

Herwiha xwediyên xaniyan hevdîtinek bi serokatiya cîbicîkar re ya hikûmeta rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve kirin û mijara xwe ji wan re gengeşe kirin.

Û ji wan hat xwestin ku girîkî nivîskî pêşkêş bikin û komîtek din avabikin heta ku her dû aliyan razî bikin.

Lê dema xwediyên xaniyan vedigeriyan di rê de, piştî hevdîtina wan bi serokatiya cîbicîkar ya hikûmeta rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve,serokatiya komîtê telefonê ji wan re lêdixe û ji war re dibêje 24 katijmêr bi we re ye, divê hûn xaniyan vala bikin,ya ku ji wan re gotibû heftîk bi we re ye heta ku hûn xaniyan vala bikin…!!

Di wê demê de, xwediyên xaniyan jê re dibêjin va em ji cem serokatiya cîbicîkar ya hikûmetê tên û wê mijara me bê çareser kirin.
Lê serokatiya komîtê bi şêweyekî hêrs ji wan re dibêje,ev tiştê min ji we re got jê pêve tişt li cem min tine ye.

Û heke bê xwestin ez ê we û serokatiya cîbicîkar ya hikûmetê têxim zindanê.

Herwiha li gorî zaniyariyên taybet wê komîta çandiniyê ya rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve, wê xaniyan vala bikin.

Û ew roj dikeve roja yekşemê di 26.12.2020an de piştî dawîbûna qedexekirin cûn û hatinê ji bo veyrûsa korona.

Wek tê zanîn ev herêm dikeve bakurê rojavayê Hesekê zêdeyî 10km.
Û nêzîkî bîst xaniya têde hatine avakirin.

Herwiha xwediyên van xaniyan bangewaziya hemû dezgeh û rêxistinên mafê mirovahiyê dikin heta ku xaniyên wan vegerînin ji wan re ji bin destê rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.