المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Zarokekî 12 salî ku xelkê Qamişloyê li Hewlêrê hat xeniqandin

0 79

Duh roja duşemê 3ê Pûşperê 2019an de, zarokekî 12 salî bi navê Mehsûm ku ji xelkê Qamişloyê li Hewlêrê hat xeniqandin ji aliyê kesekî ji xelkê Hewlêrê.
Zarokê 12 salî Mehsûm ji aliyê kesekî ji xelkê Hewlêrê temenê wî 28 sal e û bavê 4 zarokan e hat xeniqandin.
Ev kujer wiha Mehsûm kuşt ku piştî wî girêdide û bi desmalekê dermanê şûştina kaşiyan dixe nav de û datîne ser devê wî ta ku hat xeniqandin.

Li gorî zanyarîyan ku sedema kuştina vî zarokî ew e ku kujer tola xwe ji dayîka Mehsûm hilda çima keça xwe ne dane wî.

Herwiha polîsên ‘ên kawa Pîştî  ku wan  vê tawanê bihîstin wan kujer kirtin.

Malbata Mehsûm ewê termê Mehsûm ji nexweşxaneyê dadwerî bigrin û ewê wî li Hewlêrê bin ax bikin.
Herwiha tê zanîn ku Mehsûm di gel dayîk û xwişka xwe penaber bûn û li malekê li Ê’n Kawa li Hewlêrê rûdiniştin.

Jêder : Rûdaw

Leave A Reply

Your email address will not be published.