المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA REWANBÊJIYA CIVATA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYE

0 69

 

Di roja înê 31ê gulanê 2019an de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,li bajarê Qamişlo civîna xwe ya yasayî lidarxist  bi beşdarbûna hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif û  li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Hevrêziya giştî hemû bûyerên nû yên
siyasî,niştîmanî,Kurdî û Kurdistanî anîn ziman , û li ser rawestiyan Di der barê rewşa siyasî bi taybet li ser kirîza Sûriye pîştî 8 salan ji rewşa wêrankirin , kuştin û barkirinê ya ku ji hêla rêjîma Esed dijî miletê sivîl .

û ji aliyekî din jî komên cekdar yê teror berdewamin ji mêrkujiyê û xerakirina welatê Sûriye , di der barê vê mijarê de,civatê piştî giftûgoyê dîtin ku divê çareseriyek siyasî giştî li gorî kongirê Cinêv û biryara 2245 di bin çavdêriya navdewletî de ta ku çareseriyek Siyasî sererast be ji bo hemû gelê Sûriye.

Hevrêziya giştî di der barê rewşa Kurdî jî giftûgo kirin,û civatê tekez kir li ser pêşketina kar û xebata ENKSê ji ber ku ENKSê xwediyê piroja netewî ye.Û hêvî û têkurkên gelê Kurd hildigre.Û civatê tekez kir li ser kar ji bo yek helwesta Kurdî,û civatê dît ku pêşxiriya Ferensa gaveke baş e,ji bo diyalgê di navbera ENKSê û PYDê de.Û ta ku ev pêşxiriya temam bibe,divê PYDê ji aliyê xwe de,akarnî keşî xwezayî ji bo diyalgê ava bike.Ta bighên helwestek hevbeş ji bo xizmeta doseya Kurdî li Sûriye û bi kar û piştgirtiyek hevbeş jî ji bo avakirina sîstemek dîmiqratî hemelayenî,û makezagonek ji bo bi cih kirina mafê gelê kurd û hemû pêkhatiyên gelê Sûriye têde wer izbat dikin.
Herwiha civatê rewşa Efrînê jî baş ravekirin,di der barê hemû karên xerab yên dijî mirovahiyetê wek wêrankirin,revandin,barkirin û kuştin,roja ne tên serê gelê Efrînê ji hêla komên çekdar û kaselîsa yên eşkere li ber çavên artêşa Turkiye ya dagirker dikin.Û civatê tekez dike ku Efrîn bajarekî Kurdistanî ye Sûriye,parastina wê û xelekên wê jî erkê welatên navdewletî ye,yên ku baldarin ji bo rewşa Sûriye.Divê sivîlan biparêze û koçber û penaberan jî vegerînin bajar û gundên wan û rêveberiya herêmê ji aliyê xelkên herêmê wer bi rêvebirin,piştî hilbijartinî paqij û zelal di bin çavdêriya navdewletî de.Û hemû komên çekdar û artêşa Turkiya ji herêma Efrînê derkevin.

Civat di der barê rewşa Kurdistanî jî sekinîn.Civatê pîrozbahiya serok Nêçîrvan Barzanî kir.Ji bo hilbijartina wî jî serokatiya herêma Kurdistana Iraqê.Û civatê paweriya xwe bi kesayeta serok Nêçîrvan Barzanî anî li ser karîn bûna wî hemû zahmetiyan bibore û karnî hevbeş ji bo xurt kirin û birêkûpêk kirina mala Kurdistanî bike.Û piştgirtiya gelê Kurd li Sûriye bike û berdewamiya rêveçûneke ya ku lengergitina wê bi piştgirtiya serok Masûd Barzanî bû.

Herwiha endamên hevrêziyê hemû karên xerab,hova ne û mêrkujiyan di derheqê gelê me yî Kurd de li Kurdistana Eyranê û li Kurdistana Turkiye û mafên gelê kurd yê netewî nayê pênasin ,yê ku rêjîma Eyranê û Turkiye pê radibe şermezar kirin.Di der barê vê yekê de,endamên hevrêziyê giringî li ser dîtina bêdiviyan kirin ji bo yek helwesta Kurdî û pêdekariya peywendiyên Kurdistanî bi awayekî pêşketî.

Herwiha civatê rewşa Tevgerê ji hemû darberê cuda bi awayekî giştî nemayîş kirin.Û hin biryayar û rasipardin jî hatin sitendin di der barê jorxistina karê tevgerê ya ku armanc jê re gihiştina wê bi hemû gelê Kurd re yên hundir û ji derve.

Civatê di dawiyê de,tekez kir li ser giringiya rola ragihandinê,û rola Korbenda Çaksazî û guhertin ya ku wek sakoyekê hemû nerînên cûda ji hemû nerînên siyasî,civakî,çandî û netewî derbirîn dikin di der barê hemû doseyên welatê Sûriye û herêma Cezîrê.

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.