المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÎTINA HEYVÊ BÛ CIHÊ NAKOKIYÊ JI BO DESTNÎŞANKIRINA CEJNA REMEZANÊ LI CÎHANÊ…

0 90

 

Wek tê zanîn di salê de mehek rojî heye li cem hemû misilmanên cîhanê.Ew meh jî li gorî sala heyvê ye,û ew meh sal bi sal dema wê tê guhertin.

Ji ber ku li gorî gerîna heyvê tê bi cih kirin,Lewra ev meha rojiyê di hemû heyvên demsala de derbas dibe.Ji ber vê yekê sal bi sal deh roj bi pêş de tê ,

Di heman demê de,destpêka meha rojiyê û bi dawî kirina wê li welatên Islamê ji hêla kesayetên şopedar û zanistî di der barê Olî de tê nîşan kirin, Lê mixabin sal bi sal cûdabûn dikeve navbera welatên Islamê ji bo nîşan kirina destpêka roja remezanê û ragihandina roja yekem ji roja Cejna Fitara re.Her hin welat bi hev re li gorî berjewendî û destbiraktiya xwe wê rojê nîşan dikin.Lê dema li welatekî kirîzek hebe bi taybet wek li Sûriya,cudabûnek balkêş tê diyar kirin ji bo cejna Fitara îsal (2019z-1440h) li hin parêzgeha cejne û li hin parêzgeha hîn rojî ye.Û li Kurdistana Sûriye li gorî şopandina me li herêmê,li hin gundan bûye cejn û li hin gundan hîn rojî berdewame.Û em dikarin bibêjin di gundekî de hin mal kirine cejn û hin mal jî rojî lê berdewame.Ev jî vedigere dema ku desthilatdariya welatekî ango rêveberiya herêmekê bê rol be û bê yek helwest be ê cudabûn lê pir be di der barê hemû aliyên jiyanê de.

Cejna Fitara li hemû mirovahiyetê pîroz
dikim.

M.ELÎ Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.