المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZANIYARIYÊN NÛ LI “CAN ES’ED” YÊ KU DI 21ê GULANA BÛRÎ DE LI SIWÊSRA XWE KUŞTIBÛ..

0 103

Wek tê zanîn,di roja Înê 21ê gulana bûrî de , ciwanekî kurd ji xelkên Kurdistana Sûrî bi navê Can Ebas Es’ed li Welatê Siwîsreyê xwe kuştibû.

Esed Ebas Esed ku bi navê navê Can dihat nasîn, ku temenê wî nêzîkî 31salî bû û hîn jiyana hevjînê ne kiribû .

Û termê wî di 29ê gulanê de hat veguhestin û li gundê Tirbe,yê bi ser bajarê Amûdê ve, li Kurdistana Sûrî hat binaxkirin”.

Pîştî şopandina nûçegehanê me di derbarê vê bûyerê de, birêz Şêxo Es’ed mamê rahmetiyê Can Es’ed, ku li Elmaniya nîştecî bûye ji malpera me re ragihand û nî ziman:

“Di destpêkê de, ez spasiya we dikim, li ser şopandina we ji vê bûyera xemgîn.
Bi rastî rahmetiyê Can êvara berî ku xwe bikuje bi telefonê bi min re axivî û pir xemgîn bû û ji min re digot, heke min kêmasîk di derheqê te de kiribe ez lêborînê dixwazim,  wek xatir ji min dixwest,derûna wî pir xerab bû li gorî axavtinên wî”.

Herwiha Şêxo got jî:

“Lê dema ez çûm Siwêsra,ji bo ku ez termê biraziyê xwe werbigrim ,lê mixabin dema ez gihiştim cih ango kampa ku rahmetiyê Can lê dijiya,li bajarê “Firîburg”heke ez ne apê rahmetiyê Es’ed ba ma ne dihiştin ez derbas bibim.

Ji ber ku wek tu derbasî cihê girtîgehan bibe rêveberîk wek a zindanan li ber deriyê wê hebû”.

Herwiha apê rahmetiyê Es’ed got jî:

“Bi rastî cihê wan ne cihê ku mirov li bijî,ji ber ku odeyên wan 2m di 2m an de ne û cihê wan gemar bûn taybet alavên raketinê û firaxên lênangehê.

min hin wêne girtin ji min re gotin qedexeye û ta nehiştin ez wênê lênangeha wan bigirim .
Û ji aliyekî dî jî penaberên ku zêdeyî demjimêr 10ê êvarî derbasî cihê xwe nebin wê ji derve bimînin ,Ji ber ku dema wan ji demjimêr 8ê sibeha ta 10ê êvarî ye”.

Herwiha Şêxo got jî:

“Bi rastî piştî min lêkolîn bi hin hevalên rahmetiyê Esed kir,ji ber vê rewşa ku têde ne rahmetiyê Esed derûna wî roj bi roj xerab dibû ta gihişt asta xwe bikuje , Lê mixabin hevalên wî ji tirsa nikarîbûn sererast biaxivin ji tirsa ku raport dijî wan were nivîsîn, û ji min re gotin hin xortên dî jî hene derûna wan pir lawaz e ew jî dixwazin jiyana xwe bi dawî bikin.

Ji aliyekî dî jî,ev penaberên li Siwêsra 3ê pilene (B,S û F)û pila herî ne baş ya (B)ê ye tiştekî mafê mirovahiyê lê tine ye.

Ne wek tê gotin ku Siwêsra bingeha mafê mirovahiyê ye,bi taybet piştî şopandina min ji rewşa wan penaberan.

Ji ber vê yekê biraziyê min ji jora pirek gelekî bilind xwe avêt erdê û di cih de, jiyana xwe ji dest da”.

 

Herwiha Şêxo di dawiya axaftina xwe anî ziman û got:

“Bi rastî ez dixwazim di riya malpera we ya ENKSê de, bangeweziya xwe bighînim rêxistinên mirovahî,partiyên Kurdî û civaka navdewletî ta bilez rewşa wan penaberên ku li bajarê “Firîburg” cihê rahmetiyê Esed lê dijiya pişopînin û çareseriyekê ji wan re bibînin ,

Ji ber ku biraziyê min bû qurbaniya hevalên xwe ta cîhan bi rewşa wan ya zahmet û xerab bihise û rewşa wan were şopandin,û heke rewşa wan bi vî awayî bimîne her ji demekê û demekê em ê wek vê bûyera Can bibhîzin “.

 

Hêjaye gotinê ku di van her du salên dawî de, hejmara yên xwe bi destên xwe dikujin zêde bûne û piraniya wan jî temen biçûk in ji ber alozî û nexweşiyên derûnî û pirsên civakî û aborî .

Wêne ji Kampa Firîburg

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.