المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 5emîn a şehadeta Pêşmerge Qehreman Iskan

0 71

Hêzên pêşmergeyên kurdistana sûriyê ku tên naskirin bi navê Pêşmergeyên (leşkerê roj) , ku di roja 12/3/2012 an de, di biryarekê ji Serokê Neteweyî “Mesûd Barzanî ” hat  damezirandin û di bin çavdêriya kadroyên leşkerî yên pêşmerge de perwerde dibûn.

û êdî leşkerê roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî  , û qehremaniyeke pir mezin dan xuyakirin  di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîstî , û milê bi mil bi pêşmergeyên Herêma Kurdistanê re ev tomar kirin ,û herwiha leşkerê roj ji dema damezirandinê ta niha, bi dihan şehîd û birîndar ketin û xwe kirin qurbanî di ber parastina milet û xaka Kurdistanê..

 

Û herwiha yek ji wan pakrewanên pêşmerge “Qehreman Iskan”,…

 

– Pile: pêşmerge.

– Cih û rêkefta şehîdbûnê: 12/6/2016 Xazir.

 

Û pakrewan ” Qehreman Iskan” di encama şerekî dijwar de di rûbirûbûna rêxistina terorîst a DAÎŞ li devera Xazir roja 12/6/2021an ,jiyana xwe kir qurban ji bo parastina sînor û xaka Kurdistanê ji dijminan..

 

Û herwiha tê zanîn ku pêşmerge “Qehreman Iskan ” di sala 1996an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye ,û bi Iman û bewerî û bi dilsozî tevlî nava refên pêşmergeyên leşkerê roj bû..

 

Û hêjaya were gotin ku Hêzên pêşmergeyên leşkerê roj bi geşbûna hestên netewayî û yekbûnê di têkoşîn û xebata xwe di parastin û berevanî di ber milet û xaka pîroz de berdewamin…

 

Û di roja 12/6/2021″ şêhîdê pêşmerge ” Qehreman Iskan” bi merasîmeke geş û bi hezirbûna nûnerên partiyan û encumena niştîmanî û kesûkarên wî şehîd “Qehreman ” li gundê xwe bi xakê hat spartin….

 

 

 

Ragihandina ENKS  ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.