المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 94

 

Korbenda Çaksazî û guhertin di xelekek nû de, bi navnîşaniya (Fidralîzim di navbera hevgirtin û perçebûnê de), di roja şemiyê 12.6. 2021ê de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertin, li bajarê Qamişlo hat li dar xistin, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdirihman, endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

 

Di derbarê vê yekê de, mamoste Kazim Xelîfê, endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman : ” xelek bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û kesayetên siyasî ji hemû pêkhateyên herêmê hat lidarxistin .

Herwiha Xelîfê got jî:

“Li ser van xalan hatin gengeşe kirin.

 

1-Gelo ma bi dûmahiya Fidralîzim wê perçebûnê çêke, li gorî serbuhurên  Welatan, yan ku ev jî angaştname ji bo xwaznî din pê bikin.

 

2- Sedemên tunebûna mêl kirina welatên Rojhilata navîn ber bi sîstema Fidralîzim.

 

3-Çi rengê sîstemek siyasî ya baştir ji bo Sûrî û di derbarê wê de, rapirsîna wekhevî û parastina pêkhatiyên netewî û olî û karîgirên serkeftina vê sîstemê?

 

 

Piştre deriyê gengeşeyê vebû û mijar dewlemend bû, ji aliyê hemû beşdarbûna ji rewşenbîran û pisporan û ramiyariyan û kesayetên civakî, ji hemû pêkhateyên herêmê”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.