المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YXCDK-R Ahingek li Qamişlo ji bo zarokan lidarxist bi boneya Sersalê ..

0 80

Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqiratî kurdistanî _Rojava, Îro roja sêşemê 31/12/2019 an,bi boneya hatina sala Nû ya 2020 an, Ofîsa Karûbarê xwendevanan Şaxê  Qamişlo ahingeke şahiyê ji bo xwendevanan lidarxist.

û ev yek bi beşdarbûna hejmarek ji xwendevanan û herwiha bi hazirbûna mamosteyan û berpirsên Ofîsên şaxî ya yekîtiyê .
Û herwiha ji rexekî dî ve di derbarî vê ahingê M,”Bêrîvan Xelîl ” berpirsê Ofîsa Kar û barê xwendevan û ciwanan, ji malpera ENKS ê re, ragihand û anî ziman û got :

” Em weku yekîtiya xwedevan û ciwanan bi halkeftina sala Nû pîrozbahiyên gerim pêşkêşî her xwendevanakî û li cîhanê dikin, û herwiha her sal şeva sersalê ahing û şahî bi rengekî baş û serkeftî tê lidarxistin, û armanca me Îro ji vê çalakiyê da ku kêfxweşiyê û aramiyê bixin dilê wan de û herwiha ji bo moralên wan geşbibe û rewşa ya derûnî jî were guhartin piştî bi dawî bûna ezmûnên wan û bi taybetî di vê rewşa ku têde derbas dibin li kurdistana sûriyê”.

û herwiha berdewam kir û got :

“Em hêviya serkeftinê ji hemû xwendevanan re dixwazin û hêvî dikin sala Nû ya 2020 an salake xweşî û bextewerî û aştî be û aramî li hemû miletê cîhanê belav bibe.. Û di dawiya ahingê de hin diyarî jî li wan hatin belav kirin”..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.