المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST..

0 73

 

Di roja Yekşemê 29.12.2019an de,encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî li darxist , Bi beşdarbûna endamên xwecihiyê,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di derbarê vê yekê de,serokê xwecihiyê mamoste Qasim Xelîl ji peyamnêrê me axifî û anî ziman :

“Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de Barzaniyê namir de, rawestiyan , Piştre rewşa rêxistinî
bersiva raportê  meha derbasbûyî,hat xwendin,Her wih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin Û hin pêşînyar jî hatin sitendin  , di der barê pêşketina xwecihiyê de”.

“Her wiha xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin , Bi taybet li ser bûyerên herî dawî yên nû rawestiyan”.

Her wiha Xelîl  axiftina xwe berdewam kir û got: ” civat bêtir rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye û karên xerab yê rojane, di derheqê gelê me dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Tirkiya , Mîna wêranbûn ,talanbûn , revandin , girtin û kuştin , ku civîna me ev yek  bi tundî şermezar kir” .

Xelîl axaftina xwe berdewam kir û got  :” civîn li ser rewşa penaberan baş rawestiya û spasiya Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo alîkariya wan li ser rewşa penaberên Kurdistana Sûriye.

Û  li ser kar û xebata ENKSê di vê qonaxa hestiyar de rawestiya.

Her wiha civat li ser hevdîtinên destaya serokatiya ENKSê û komîta wê yî têkiliyên jiderve û komîta wê ya destûrî bi cenabê serok Mesûd Barzanî û serokê herêma Kurdistana başûr Nêçîrvan Barzanî rawestiyan .
Civîn li ser civînên navdewletî jî rawestiyan yên di derbarê rewşa Sûriya de.

Herwiha ser serdana komîta ENKSê ya têkiliyên jiderve li Mosko rawestiya .

Her wiha xwecehiyê li ser pêşxiriyên ji bo yek helwesta Kurdî jî rawestiya.

Ragihandina ENKSê

Raport:ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.