المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên dawî ..

0 100

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got : Bûyerên vê dawiyê yên kerkûkê û li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nîşanin ji bo alozbûna bêhtir a rewşa Iraqê û çendîn kirdar û bertek li pey xwe anîn, Her ji ber vê yekê, em wan pêngavan red dikin ku li ser axa Iraqê welatên din hesebên xwe yekalî bikin û serweriya Iraqê bê binpêkirin, ku di encamê de Ceneral Qasim Sulêman Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî cîgirê serokê desteya Heşda Şebî û hevrêyên wan bûne qurbanî, ku herdu kesan di çend salên bihûrî de xwediyê roleke berçav di şerê li dijî terorîstên Daîşê. Û herwiha di daxuyaniya xwe de berdewam kir : Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberiya welatan, em daxwaz dikin pirsgirêkên xwe bi gotûbêjî çareser bikin, û rêz li Îraqê û serweriya wê bê girtin,û herwiha berdewamiya va alizoyan û kirdar û bertekan Îraq û navçeyên wê ber bi rêyeke tarî û paşerojeke nexuya ve dice û dibe sedema vejandin û bi hêzkirina hêzên tundrew û terorîstî yên Daîşê. Û herwiha serokê Herêma Kurdistanê dibêje : Di vê rewşa aloz û hestyar de em daxwaz ji hemû aliyan dikin, aramî li ser xwe bikin û herwiha rê li geşedana metirsiyan bê girtin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

Leave A Reply

Your email address will not be published.