المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYA XELATA XWE YA SALANE DIDE WÊJEVAN Û NIVÎSKAR “MAHMÛD SEBRΔ

0 72

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya xelata xwe ya salane ya sala 2021ê da wêjevan, nivîskar û helbestvan Mahmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn).

Merasîma rêzgirtinê li şaxê Yekîtiyê ya bajarê Hesekê bi amadebûna komek rewşenbîr, berpirsên Yekîtî, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên bajar û çalakiyên civakî hate lidarxistin.

Merasîm bi kurtî bixêrhatinê ji aliyê Mamoste Seyifedîn Qadrî ve hate vekirin

Piştre gotara Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê birêz Bavê Helbest berpirsê çalakiyên di yekîtiyê û endamê nivîsgeha cîbicîkar de ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ve hat pêşkêşkirin.

Di merasîmê de dîwanek helbestên helbestvanan hatin xwendin:

 

(Tûrcîn Reşwanî – Îbrahîm Qasim – Mişel Osman, UMRAN Mintiş )

 

Herwiha Helbestvan Mişel Osman jî beşên ji jiyana helbestvan û nivîskar Mahmûd Sebrî vegot.

Herwiha Hunermend Masûm Şekakî komek stran ji helbestê wêjevan Mahmûd Sebrî û ji aliyê wî ve hatiye çêkirin pêşkêş kir, ji bilî strana birêz Îbrahîm Xelîl nivîsiye ya ku wesfa Mahmûd Sebrî kiriye, û ji aliyê Şekakî ve hatiye çêkirin.

Paşê derfet da nivîskar Mahmûd Sebrî ku bi hestên dilşadiyê spasiyek bêje, wî jî got, ez nizanim çawa spasiya we bikim, kêfxweşiya xwe bi wergirtina xelatê anî ziman.

Keça helbestvan û nivîskar Mahmûd Sebrî, Dr.Şehnaz Sebrî di axaftineke kurt de spasiya xwe ji bo yekîtiyê û amadebûna ji bo rêzgirtina bavê xwe nîşan da.

Hêjayî gotinê ye ku nivîskar û wêjevan Mahmûd Sebrî di sala 1937’an de li gundê Jetela Kîkan a herêma Dirbêsiyê ji dayîk bûye.

Di heft saliya xwe de li ber destê meleyan fêrî Qurana pîroz bû.

Di sala 1961ê de bawernameya dibistana navîn, di sala 1965an de jî bawernameya amadeyî stend.

Di sala 1970 de bawernameya yasayê ji zanîngeha Şamê wergirtiye, û di sala 1972 de bawernameya pêşkeftina aborî û civakî wergirtiye.

Mahmûd Sebrî di navbera (1959-1997) de di nava refên tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Sûriyê kar kiriye.

Berhemên Mahmûd Sebrî:

1-Nigarên kul û derdên                                     jiyanê(helbest)1996.

2-Nerînek di terazû ya ristên                            Kurdîde(vekolîn)1997.

3-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem)2000.

4-Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.

5-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî(beşê  duyem) 2003.

6-Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev (beşê yekem).helbest 2006.

7-Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev (birra duyem). helbest 2007.

8-Nasnameya Kurdî li sûrya (vekolîn) 2011.

9-Cengên xaçparêzî û şikodarîya   berevanîya Kurdî (vekolîn) 2013.

10-Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest) 2017.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.