المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 2emîn ser koçbarkirina Nivîskar û Rojnamevanê kurd Ekrem Mela..

0 57

Xebatkar û nivîskarê kurd M,Ekram Mela, ji dayîk bûna sala 1956 an de, li gundê Til Eylûl yê ku dikeve gundewarên bajarê Derbêsiyê de , û herwiha xwendina xwe ya Seretayî û navendî li dibistanên bajarê Derbêsiyê bi dawî kir.

 

Û piştre di Zanîngeha Helebê de başê zimanê Ingilîzî tomar kir, lê xwendina xwe berdewam nekir di Zanîngehê  de ji ber zehmetbûna rewşa wî, û piştre wî berê xwe da welatê Yekîtiya Soviyêtê û li Zanîngeha Moskoyê de Master di başê Medyayê de de wergirt..

 

Û herwiha xebata wî di warî siyasî de ….

Ku “Mela ” di ciwaniya xwe de sala 1970 an de tevlî nava refên Partî Demokrata Kurdistan- Sûriya û tevgera kurdî bû û di Kar û xebata xwe de berdewam bû, ta kongirê “dihan” de êdî Xebatkar “Ekram Mela ” hate hilbijartin wek endamê komîteya navendî  , û piştre di konfiransa Hewlêrê ya bi ser PDK-S ê ve , û ji bo geşbûna hestên wî yê netewî hat hilbijartin ji bo endamtiya Destiya Rawêjkarî .

û jiyana xwe di hizir û ramanên kurdayetî de derbas dikir….

 

Û tê zanîn ku ” Ekrem Elmela ” ne tenê di warê siyasî de têkoşîn dikir , lê ew wek nivîskar û rewşenbîr û Mediyakar dihat naskirin…

Ku taybetmendiyeke xwe di warê rojnamevaniyê de û di belavkirina hişmendî û rasteqîniyê di nivîsandina Gotarên xwe de hebû ,û ji ber geşbûn û xurtbûna pênûsa azad û zêrîn di gelek rojname û malperên kurdî dixebitî …

Lê di roja 17ê Berçilya sala 2019an di roja alaya pîroz de nivîskar û Mediyakarê kurd ” Ekrem Elmela “canê xwe ji nav me bar kir û çû ber dilovaniya xwedê ….

 

Û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî û kesûkarên wî ve , li gundê wî ” Til Elûnê ” bi axê hat spartin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.