المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: XWECIHIYÊN HESEKÊ JI BO AMADEKARIYÊN VEJANDINA ROJA ALA KURDÎ Û HEMÛ HELKEFTÊN BÊN CIVIYAN

0 54

Di êvara roja duşemê, 13.12.2021ê de, her du xwecihiyên Hesekê (Rojhilat û Rojava) yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ji bo amadekariyên roja Ala Kurdî û helkeft û cejnên Adarê civiyan.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir, piştre nûnerên her du xwecihiyan li ser karnameya civîna ku bi serpereştiya serokên her du encûmenan hat lidarxistin gotûbêj kirin.

Di civînê de amadebûyan behsa çawaniya vejandina roja Ala Kurdî û helkeftên Adarê bi hevbeşî kirin û komîteyên hevbeş ji her du encûmenan hatin avakirin û erk li ser komîteyên hatine avakirin hatin dabeşkirin.

Di encamê de her du encûmenan tekez kirin ku ewê di çend rojên bê de, piştî pîrozkirina roja Ala Kurdî careke din bicivin, ji bo destnîşankirina encam û pêşniyarên civîna niha û karkirina li ser wan derbarê amadekariyên berdewam ên derbarê meha Adarê bi taybetmendiya wê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.