المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtî Kurdistanî16emîn salvegera şehadet a Maşûq El Xeznewî vejand..

0 104

Îro roja sêşemê”1″ pûşbera 2021an, bi vexwendinek giştî ji aliyê rêxistinên Partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya li bajarê Qamişlo ve, salvegera “16” emîn a şehîdbûna Şêx “Maşûq Xeznewî” vejand bi serdana gora wî li goristana ” Qidûrbek “….

 

Û herwiha ev yek bi beşdarbûna encûmena niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe û herwiha rêxistinên sivîlan jî …

 

Û di destpêkê de xuleke bê dengî li ser giyanê Şêx Maşûq rawestiyan û gorzên Gulan li ser gora wî hat danîn…

 

Û piştre gotina Yekîtî ji aliyê sekirtêrê wê M,”Silêman Oso” ve hat pêşkêşkirin ku bi giştî li ser rol û xebata Şêx Maşûq di nava gelê kurd de anî ziman.

Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Oso” bi giştî ser Rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê axifî û her berdewam kir li ser danûstandinên di navbera her du aliyên kurdî de ..

 

Û herwiha gotina heval û hogirê Şêx Maşûq ji aliyê Şêx “EbdElsemed Omer” ve hat xwendin…

 

Û di dawiyê de çend helbest ser Şêx Maşûq hatin pêşkêşkirin..

 

Û di derbarî vê salvagerê de M,” Hesen Remzî” endamê komîta navendî ya PDK-S ê ,ji malpera ENKS ê re ragihand û got:

 

 

Û herwiha hêjayî were gotin ku Şêx” Maşûq Elxiznewî ” di sala “1958” li gundê ” Til Merûf” yê bi ser bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê ve ji dayik bûye, ku ji malbateke xwedî dîrokeke Olî bû, û li ser destê wan gelek kes fêrî rêçika sofîgeriya neqişbendî bûne.

 

Û tê zanîn ku “10” Gulana “2005”an, li bajarê Şamê Şêx Maşûq Xeznewî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat revandin û piştî “20” rojan ji girtinê ji sedema Îşkenceyê Xeznewî jiyana xwe ji dest de. Û tevlî rêza pakrewanan bû û gelê kurd li Kurdistana Sûriyê li “Xeznewî ” xwedî derketin û bi hezaran kes daketin kolanan û şêxê kurda bi rê kirin û li goristana ” Qidûrbek” bi xakê spartin…

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.