المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI VÎNEK XURT XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST

0 71

Di roja yekşemê 30.5.2021ê de, encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwecihiya bajarê Amûdê civîna xwe ya asayî li dar xist.

 

Di destpêkê de, Xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan û piştre mijarên giring gengeşe kirin.

 

Herwiha xwecihiyê di civatê de, hemû bûyerên siyasî yên nû û pêşketinên herî dawî bi awayekî giştî li ser rawestiyan û gengeşekirin.

 

Herwiha civatê bi awayekî taybet, li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de, bi awayekî berfire gengeşekirin.

 

 

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa xelkên bajarê Serê Kaniyê rewşa wan a xerab di kampan de û bi çi awayî bê bikaranîn ji bo tabînkirina pêdiviyên wan û çareseriya pirsgirêkên wan.

 

Herwiha di dawiya civatê de, serokê xwecihiyê û du cîgirên nû hatin hilbijartin.

Ku M.Mihemed Bedro Elahmed, serokê xwecihiyê hat hilbijartin, û M.Cemal Se’îd,cîgir, û M.Firyal Mihemed Cîgir jî hatine hilbijartin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.