المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA ROJHILATÎ HESEKÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XIST..

0 64

Di roja duşemê 31.5.2021ê de, encûmena xwecihî ya Rojhilatî bajarê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan, û li ser lîsta kar rawestiyan bi rêkûpêk .

Di derbarê naveroka civatê de, bi rêz Mihemed Fetah, endamê xwecihiyê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

Me mijarnî giring di civatê de, gengeşe kirin, di destpêkê li ser rewşa xwecihiyê em baş sekinandin.

Herwiha xwecihiyê hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûri bi awayekî giştî û qada Kurdî jî bi awayekî taybet gengeşekirin û di derbarê wê de, civat bi awayekî berfire rawestiyan li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de “.

Herwiha Fetah got jî: “Civat bi awayekî berfire li ser kirîza qutkirin avê li ser bajarê Hesekê, Til Temir, Ebû Rasên û gundewarên wan ji dezgeha Elok ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve rawestiya.
Û di derbarê wê de, xwecihiyê tekez kir, divê ENKSê bi rolek pêxistî rabe û hawel dan bike ta ava dezgeha Elok wekî berê vegere, ji ber ku anha heyvê du caran tenê av tê û caran jî av naghêje hemû malbatan ji ber ku pir lawaz e.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî, bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî û estengiyên jiyanê û bihabûna hemû pêdiviyên jiyanê û kêmbûna dermanan di dermanxaneyan de, û bihabûna nirxên dermanên ku hene.”

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.