المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA SALVEGERA 5YEMÎN YA KOÇA DAWÎ YA MAMOSTE ISMA’ÎL HEMÊ VEJAND..

0 84

Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya di roja çarşemê 18-8-2021ê de, li gundê Til dîkê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salvegera 5emîn koça dawî ya skretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKSê nemir Isma’îl Hemê vejand.

Herwiha bi beşdarbûna cemawerekî mezin û nûnerên civaka sivîl û şanda encûmenên xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve.

Herwiha vejandinê bi xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û li ser giyanê Isma’îl Hemê destpêkir û piştre bi xêr hatina  hemû beşdaran  hate kirin .

Herwiha M.Mejdel Delî endamê nivîsgeha siyasî yê Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Isma’îl Hemê axivî.

Delî, di gotina xwe de li ser qonaxên balkêş di tekoşeriya Hemê de axivî  û di dawî de,wefedarî da xuyakirin li ser berdewamiya rêbaza kar û xebata kurdiyetê ya têkoşer Isma’l Hemê û spasiya hemû beşdaran kir.

Herwiha di vejandinê de, gotina xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ji aliyê serokê Xwecihiyê M.Umer Emo hat pêşkêş kirin.

Emo di axaftina xwe de,li ser kar û xebata têkoşer Isma’l Hemê axivî û bi awayekî bilind nirxand..

Di vejandinê de, hemû beşdaran berê xwe dan gora nemir Isma’îl Hemê û ew bi gurzên gula ew gor xemilandin,û  Elfatîha li ser giyanê wî xwendin.

Di dawî de,M.Silêman Oso sekretêrê Partiyê spasiya hemû beşdaran kir li ser vejandina salvegera 5emîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’l Hemê.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.