Home / Breaking news / DOMÎZ: HEVDÎTINEK DI NAVBERA PYK-Sê Û PDK-Sê PÊK HAT ..

DOMÎZ: HEVDÎTINEK DI NAVBERA PYK-Sê Û PDK-Sê PÊK HAT ..

Di roja sêşemê 17.8.2021ê de, şandek ji Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya serdana nivîsgeha PDK-Sê, li Domîzê, di çarçoveya hevdîtinên hevbeş ên di navbera partiyên ENKSê de kir.

 

Herwiha şanda Yekîtî ji M.Nezîr Mûsa, endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistan – Sûriye, M.Ekrem Reşîd, endamê Komîteya Navendî, û endamên Rêxistina Dihok a partiyê pêk dihat.

 

Herwiha hatin pêşwazî kirin ji aliyê endamê nivîsgeha Siyasî M. Mihemed Elî Ibrahîm û hejmarek hevalên Komîteya Herêmî ya PDK-Sê .

Her du aliyan li ser gelek mijaran rawestiyan, ku di serî de pêdiviya çalak kirina ENKSê û mekanîzmayên wê li gorî pêdiviyên qonaxê heye, û pêwîstiya pêşxistina wê, û xurtkirina hevdîtinan di navbera partiyên ENKSê de.

 

Herwiha di derbarê diyaloga Kurdî / Kurdî de, her du aliyan tekez kirin ku diyalog ji bo Encûmenê bijardeyeke stratejîk e, ku ew dikeve berjewendiya gelê Kurd de, û  tekezî li ser pêwîstiya partiyên PYNKê, ku li gorî diyarker û li gorî bernameyek diyarker tevbigere û hemî kiryarên li dijî ENKSê rawestîne û vê derfeta dîrokî bi dest bixe. Hebûna sponsorê Amerîkî wekî garantorek diyalogê sûd bigrin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

SEROKATIYA ZANÎNGEHA HELEBÊ YA AZAD AMADEBÛNA XWE JI BO VEKIRINA BEŞÊ ZIMANÊ KURDÎ RADIGIHÎNE.

Şandeyek ji kesên ku bi karûbarên giştî yên herêma Efrînê re eleqedar bûn, bi amadebûna …

Leave a Reply

Your email address will not be published.