المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA SALVEGERA 5EMÎN YA KOÇA DAWÎ YA ISMA’ÎL HEMÊ VEJAND.

0 74

Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya di roja çarşemê 18-8-2021ê de, li gundê Til dîkê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve salvegera pêncemîn ya koça dawî ya Sekretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKSê nemir Isma’îl Hemê vejand.

 

Herwiha bi beşdarbûna cemawerekî mezin û nûnerên civaka sivîl û şanda encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.

Herwiha vejandinê bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê û li ser canê Isma’îl Hemê destpêkir û tê de bi xêr hatin bi hemû beşdaran ve hate dan.

 

Herwiha M.Mejdel Delî endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Isma’îl Hemê axivî.

 

Delî, di gotina xwe de li ser qonaxên balkêş di tekoşeriya Hemê de axivî û di dawî de, wefedarî da xuyakirin li ser berdewamiya rêbaza kar û xebata kurdayetîyê ya têkoşer Isma’l Hemê û spasiya hemû beşdaran kir.

 

Herwiha di vejandinê de, gotina xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ji aliyê serokê Xwecihiyê M.Umer Emo hat pêşkêş kirin.

 

Emo di axaftina xwe de, li ser kar û xebata têkoşer Isma’l Hemê axivî û bi awayekî bilind nirxand..

 

Di vejandinê de, hemû beşdaran berê xwe dan gora nemir Isma’îl Hemê û bi gurzên gula gora wî hat xemilandin,û wênê Elfatîha li ser giyanê wî xwendin.

 

Di dawî de, M.Silêman Oso sekretêrê Partiyê spasiya hemû beşdaran kir li ser vejandina salvegera pêncemîn ya koça dawî ya têkoşer Isma’l Hemê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.