المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtî Kurdistanî salvegera 5emîn a koçbarkirina xebatkar ” TacEldîn Ebdulxenî” vejand

0 64

Rêxistina Dêrikê ya partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya ve, îro roja pêncşemê 6/1/2022 an li ofîsa PYK-Sê li bajarê Dêrikê salvegera 5emîn a koçbarkirina xebatkar ” TacEldîn Ebdulxenî” endamê komîteya Herêmî vejand ..

Û ev yek bi amadebûna endam û Alîgirên Partî û nûnarên encûmena xwecihiya Dêrikê û herwiha kesayetên niştîmanî û civakî û malbata xebatkar ” Ebdulxenî” heval û kesûkarên wî têde hazirbûn..

Û her di vê salvegera de M, Elî Ibrahîm ” gotina encûmena xwecihiya Dêrikê pêşkêşkir û tê de kar û xebata ” TacEldîn” di tevgera kurdî û siyasî de anî ziman ..

Û piştre gotina partiya PYK-Sê ji aliyê M, ” Nefîsa Elî” endama komîteya siyasî ve hate pêşkêşkirin û ser rol û karê têkoşer ” TacEldîn” di nava partî de behiskir û herwiha derbarê rewşa siyasî ser qada Sûriyê û bi taybetî rewşa Kurdan li kurdistana Sûriyê de anî ziman..

 

Û ji rexekî dî ve gotina malbatê ji aliyê korê xebatkar ” Rêzan TacEldîn ” ve hate pêşkêşkirin …

 

Û herwiha di dawiyê de M” Hesen Ceb” endamê komîteya navendî ya partiya PYK-Sê spasiya hemû beşdaran kir ser kar û xebat û wefadariya we ji bo bi bîranîna kesayetên xebatkar û têkoşînar …

Û tê zanîn ku di 6/1/2017an xebatkar û endamê komîteya herêmî ya partiya PYK-Sê ” TacEldîn ” li bajarê Dêrikê çû ber dilovaniya xwedê…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.