المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji rêxistina Dihokê ya PDK-Sê serdana malbatên şehîdên pêşmerge li kampa Domîz 1 kirin..

0 71

Şandek ji rêxistina Dihokê û Fayîdê ya bi ser partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ve bi boneya salvegera şehîdbûna hejmarek ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj îro roja înê 7/1/2022 an , serdana malbatên şehîdên pêşmerge kirin li kampa Domîz 1 ..

Û ev şand bi amadebûna berpirsê rêxistina Dihokê û endamê komîteya navendî M, Hacî Kalo” û endamê komîteya rawêjkariyê, M” Mihdî Hisên ” û hejmarek ji endamên komîteya Herêmî pêk dihat…

Û di vê serdanê de M, Hacî Kalo” endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Dihokê derbarê rola pêşmergeyên zêrevan û qehremaniya wan di rûbirûbûna rêxistinên terorîstên Daîşê de û herwiha rola û têkoşînên pêşmergeyên leşkerê roj di parastina milet û sînorê xaka pîroz a kurdistanê de behis kir..

Û ji rexekî dî ve bi navê rêxistina malbatên şehîdan peywendî li gel bavê şehîdê pêşmerge ” Emgiyan Mustefa ” li Hewlêrê kirin ..

Û herwiha tê zanîn 7/1/2022an, salvegera şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên  Qehreman , ku di roja 7/1/ 2015 an, di encama şerekî dijwar di navbera Hêzên Pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê li Herêma kurdistanê li navçeya Xirayîc canê xwe ji dest dan û xwîna xwe kirine qorbanî ji bo rûmet û parastina sînorê xaka pîroz a kurdistanê.

Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :

_Pakrewan : Besam Mihemed Xelef ”
Ji dayîk bûn: Gundê Gir Ziyaretê Çolê.

_Pakrewan : Basil Hacî Hacî
– Ji dayîk bûn” Gundê Til Xenzîr.

_Pakrewan : Xemgîn Qedrî Osman
– Ji dayîk bûn: Gundê Dêrna Qulinga.

_pakrewan : Emgiyan Mustefa Badînî .
-Ji dayîk bûn: Hesekê” Taxa Muftî..

Û herwiha tê zanîn ku Hêzên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê ku bi navê bi ( Leşkerê Roj) , tê naskirin, ku di roja 12/3/2012 an, bi biryarekê ji serok, “Masûd Berzanî,” hatin damezirandin û herwiha bi pêşengetiya pêşmergeyên zêrevan perwerde dibûn, û êdî Leşkerê Roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî û beşdarî ceng û şer bûn li dijî rêxistinên Terorîst li Herêma Kurdistanê û herwiha berevaniyê li ber xaka kurdistanê de dike de ku destkeftên zêde bi dest bixe,
Û hîn ev li hêviya biryareke Siyasî ne ji bo vegerin Kurdistana Sûriya û devera xwe biparêzin..


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo..Hêvî Delî û Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.