المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ VEJAND.

0 118

Di roja Çarşemê 9.3.2022an de, Ofîsa Jin û Zarokatiyê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê, roja cîhanî ya jinê li baregeha xwe li bajarê Amûdê, bi beşdariya cuda ya Koma Xwinav bo Huner û Folklora Kurdî û hejmarek cemawerî û rêxistinên jinan vejand.

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê M.Awaz Xalid û piştre helkeft bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanên pakrewanên Kurdistanê dest pê kir.

Herwiha Xanim Nisrîn Çeto endama komîteya siyasî ya partiyê gotina nivîsgeha jin û zarokatiyê pêşkeş kir û têde tekezî li ser pêwîstiya azadiya jinan û bidestxistina hemû mafên xwe bi taybetî yên siyasî kir û rola jina Kurd di têkoşîn û soza parastina mafên gelê xwe de bilind nirxand.

Li hêleke din birêz Merwan Eydê endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriya gotina partiyê pêşkeş kir û tê de têkoşîna jina kurd bilind nirxand û amaje bi hin aliyan kir ku divê jin cih û rola xwe di civakê de bigre.

Herwiha Koma Filiklorî ya Xwinav jî beşdarî şahiyê bû û hunermend Bavê Laleş û Kolê Kurdî komek stranên kurdî ku rûmeta jinên kurd dikin pêşkêş kirin.

Di dawiya helkeftê de, çend kesayetên jinan ji aliyê Komîteya Emîrî ve hatin rêzgirtin: Zekîya Resûl, Heyat Qiço û Kulê Kurdî ji bo kar û xebata wan li ser ronîkirina rêya jinan.

Û Xanim Selma Hemo ji aliyê Rêxistina Amûdê ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanê ve hat rêzgirtin.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.