المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo Serhildana 12 Adarê bibîranîn.

0 76

Îro roja înê “11 ê “Avdara” 2022″ an, encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo, bi boneya salvegera” 18″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê bi dest vêxistina mûman kir .

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û endamên encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo.

Û herwiha Îro “êvara” 12″ Avdarê wek rojeke taybet di dîroka milet kurd de,  ku serhildanek ji bajarê Qamişlo dest pê kir dijî  rêjîma Esed ku bi dehan ji gelê me bûn pakrewan û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin bin çavkirin ji ber vê yekê ,  vêxistina mûman wekî rêzgirtinekê ji xwîna wan re.

Û ji rexekî dî ve tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê  ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên curbicur êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,

Lê ev kiriyarên ku derheqê kurdan de hat kirin ji aliyê rêjîma sitimkar a Esed, nikarîbun vîna gelê Kurd bişkîne û di têkoşîna xwe de berdewam kirin ta bidestxistina mafê kurdan li kurdistana Sûriyê…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.