المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 33emîn a koçkirina hunermendê kurd Mihemed Şêxo hat bibîranîn

0 91

Îro roja çarşemê 9ê Adara 2022an, bi boneya salvegera 33emîn a koçbarkirina hunermendê kurd nemir ” Mihemed Şêxo” şandek ji Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya” serdanda gora wî kirin li goristana Hilêliyê ya li bajarê Qamişlo û gurzên gulan li ser gora wî danîn..

Û herwiha şanda ŞPKS bi serokatiya M, Ekrem Hisên ” serokê desteya cîbicîkar û hin endamên wê pêkhat …

Û herwiha hêjaya were gotin ku Hunermendê kurd ê Navdar  “Mihemed Şêxo” di nav civaka kurdî de bi hestê stranên xwe yê neteweyî û welatperêzî êş û derdên miletê xwe ji cîhanê re diyar kir.
Hunermendê navdar” Mihemed Şêxo”, ku ji dayîkbûna sala “1948” an de, li her du gundê “Girbawî û Xecokê jiyana xwe ya zaroktî derbas kir ..

Û herwiha ji ber neteweyî û niştîmanperweriya wî çendîn caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat zindan kirin, Lê zindan nebû kelem li pêşiya Hunermend “Mihemed Şêxo ” ku di peyv û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi huneriyeke bilind bîne ziman..

Hunermendê kurd” Mihemed Şêxo” di sala “1989 ” an de, li Qamişlo çû ber dilovaniya xwedê û ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî ve li goristana” Hilêliyê “ya  bajarê Qamişlo bi axê hat spartin…


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.