المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Y.X.C.D.K.R û Koma Orkêş serdana Gora Nemir Mihemed Şêxo kirin..

0 80

Îro roja duşemê” 9 ê “Avdara,” 2020″ an,, demjimêr “3” piştî nîvro bi boneya salvegera” 31″emîn li ser kiçbarkirina hunermendê kurd  yê navdar “Mihemed Şêxo” şandek ji Yekîtiya xwendevan û ciwanan şaxê Qamişlo, seredana gora wî kirin li goristana” Hilêliyê”, li bajarê Qamişlo.

û ev yek bi amadebûna Berpirsê şaxê Qamişlo û herwiha berpirsên ofîsên şaxî û koma Orkêş ya Yekîtiya xwendevan,

Destpêkê de xuleke bê dengî li ser giyanê wî hat rawestandin û fatîhe li ser giyanê wî hat xwendin, û gorzek gul ji koma Orkêş li ser gora wî hat danîn.

di derbarî vê salvegerê de Şikrî Ebd-elrehman  Berpirsê Şaxê Qamişlo yê Y.X.C.D.K.R ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :

” Îro 31emîn, sal li ser kiçbarkirina hunermendê kurd “Mihemed Şêxo” derbas dibe, û weku her sal vê bîranînê li bîra xwe tînin,

weku wefadarî û rêzgirtin ji rola wî di xizmeta huner û mûzîka kurdî de, hunermend “Şêxo ” bi niştîmanperweriya xwe û bi simbola hunera kurdî di nav miletê kurd de di hat naskirin, bi gotina stranên xwe yên niştîmanî û neteweyî bi dengê xwe yên xweş,l”.

– Ebd-elrehman  berdewam kir û got :”

ku koma Orkêş ya Yekîtiya xwendevan an wê li ser dibistana hunerî ya hunermend “Mihemed Şêxo”, wê Kar û xebata xwe ya hunerî berdewam bike , û deng û awazê stranên wî herdem li bîra me wê bimîne “.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.