المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ronahiyek ser Jiyanan Hunermend Mihemed Şêxo bi boneya 31emîn ser koça Dawî ..

0 83

Hunermendê kurd ê Navdar  “Mihemed Şêxo” di nav civaka kurdî de bi hestê stranên xwe yê neteweyî û welatperêzî êş û derdên miletê xwe ji cîhanê re diyar kir.

Hunermendê navdar” Mihemed Şêxo”, ku ji dayîkbûna sala “1948” an de, li herdû gundê “Girbawî û Xecokê ” li Qamişlo jiyana xwe ya zaroktî derbas kir , û herwiha navê wî yê rastî

“Mihemed Salih Şêxmûs “e , Di zaroktiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê “Xecokê” bi cîh bûn, û Şêxo di sala” 1959 “an de, bi dest xwendinê kir, û di salên xwendinê de Şêxo gelek Hunermendên kurd naskirin, û ev yek bandor lê kir ku Nêzîkî hunera muzîkê bibe,.

Û di derbarî karê Hunermend” Mihemed Şêxo”, di warê hunerî de ev Dîrok tê naskirin :

_ Di sala “1969 ” an de,Şêxo bi dest dengbêjiyê kir,

_ Di sala” 1969 “an de, li Libnanê ji bo xizmeta hunerê de Kar kir,

– û sala” 1972″ an de , li Beyrûtê du salan xwendina mûzîkê kir,û di vê derbarê de “Şêxo “, bi hevalên xwe re komek bi navê koma “Serkeftin ” ya mûzîkê saz kirin.
_ Di sala” 1973 ” an de derbasî başûrê Kurdistanê bû, û li wir mîna hozan Kar kir,

– û paşî “Şêxo “berê xwe de “Şamê “, û kasêta xwe ya bi navê” Gewrê” li darxist. Lê dewlata Sûriyê gelek caran ew bincavkir , ji ber vê yekê Hunermend “Mihemed Şêxo” berê xwe de” Başûrê Kurdistanê “, û tevlî nava refên pêşmergeyan de cihê xwe girt,

Lê bi têkçûna serhildana Başûr re ew li sala 1975an derbasî Rojhilat bû, û li wir kasêta xwe tomar kir, û ji bilî karê mûzîkê Hunermend Şêxo çend salan karê mamosteyê kir.
Û herwiha piştî “11” salan Mihemed Şêxo careke din vegera Sûriyê û bi hezkirina mûzîkê hat pêşwezî kirin di nav kurdan de.

Û herwiha ji ber neteweyî û niştîmanperweriya wî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat zindan kirin, Lê zindan nebû kelem li pêşiya Hunermend “Mihemed Şêxo ” ku di peyv û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyeke bilind anî ziman..

Hunermendê kurd” Mihemed Şêxo” di sala “1989 ” an de, li Qamişlo çû ber dilovaniya xwedê û ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî ve li goristana” Hilêliyê “ya  bajarê Qamişlo bi axê hat spartin…

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.