المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ EBÛ RASÊN BÎRANÎNA PAKREWANÊN 12Ê AVDARÊ BI VÊXISTINA MÛMEYAN VEJANDIN…

0 76

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

her sal êvara 11ê avdarê li seranserî Cîhanê kurd vê êvarê ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdara 2004,an bi vêxistina mûmeyan vedijînin.

Li gorî biryara ENKSê ji bo bîranîna roja pakrewanên 12ê avdarê li seranserî xwecehiyên û Gelê kurd Mûm vêxistin .

Wek tê zanîn jiyan li bajarê Ebû Rasên rawestiya ye,piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser herêmên Kurdistana Sûriye de.

Lê encûmena xwecihî ya bajarê Ebû Rasên tê xuyakirin xwedî vîneke bi Hêz  e , Ji ber vê yekê di êvara 11ê avdarê 2020an de, ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdarê bi vêxistina mûmeyan vejandin.

Wêne ji Ebû Rasên

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.