Îro roja duşemê” 9 ê “Avdara,” 2020″ an,, demjimêr “3” piştî nîvro bi boneya salvegera” 31″emîn li ser kiçbarkirina hunermendê kurd yê navdar “Mihemed Şêxo” şandek ji Yekîtiya xwendevan û ciwanan şaxê Qamişlo, seredana gora wî kirin li goristana” Hilêliyê”, li bajarê Qamişlo.
û ev yek bi amadebûna Berpirsê şaxê Qamişlo û herwiha berpirsên ofîsên şaxî û koma Orkêş ya Yekîtiya xwendevan,
Destpêkê de xuleke bê dengî li ser giyanê wî hat rawestandin û fatîhe li ser giyanê wî hat xwendin, û gorzek gul ji koma Orkêş li ser gora wî hat danîn.
di derbarî vê salvegerê de Şikrî Ebd-elrehman Berpirsê Şaxê Qamişlo yê Y.X.C.D.K.R ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :
” Îro 31emîn, sal li ser kiçbarkirina hunermendê kurd “Mihemed Şêxo” derbas dibe, û weku her sal vê bîranînê li bîra xwe tînin,
weku wefadarî û rêzgirtin ji rola wî di xizmeta huner û mûzîka kurdî de, hunermend “Şêxo ” bi niştîmanperweriya xwe û bi simbola hunera kurdî di nav miletê kurd de di hat naskirin, bi gotina stranên xwe yên niştîmanî û neteweyî bi dengê xwe yên xweş,l”.
– Ebd-elrehman berdewam kir û got :”
ku koma Orkêş ya Yekîtiya xwendevan an wê li ser dibistana hunerî ya hunermend “Mihemed Şêxo”, wê Kar û xebata xwe ya hunerî berdewam bike , û deng û awazê stranên wî herdem li bîra me wê bimîne “.
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî